NÛÇE
Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên Efrînê li dijî kuştina endama Lêkolînên Jineolojiya û edîtor Kovara Jineolojî akademîsyen Nagîhan Akarsel meşiyan û daxwaza hesabxwestina ji kujeran kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û
çeteyên wê şeva derbasbûyî gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî bi çekên giran û
balafirên bêmirov topbaran û bombebaran kirin.
Hevserokê Desteya Ciwan û
Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bozan Berkel di
salvegera sêyemîn a êrîşên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî de ji
ROJAVA TV re axivî û got ku her du herêm rastî binpêkirin û tawanên herî dijwar
tên. dewleta Tirk û çeteyên wê guhertina demografîk li hemû herêmên dagirkirî didomîne
.
Bi rasthatina salvegera 24’emîn a
komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê bi xwepêşandanekê komplo şermezar kirin..
Çalakiya konvedanê ya Akadîmiya
Jînelojî, Kongra star û Encumena Malbetên Şehîdan ya bajarê Hesekê ku duh bi
aramcna şermezarkirina êrîşa li dijî çalakvana jin Nagîhan Akarsal hatibû lidarxistin,
di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro
li navçeya şedadê nexweşxaneyek gel vekir..
Rêxistina Sara a li dijî Tundiya li
ser jinan li Kobanê ,Kongra star a navçeya Amûdê û Encumena Jinan a Girê Spî
îro bi daxuyaniyên cuda diyar kirin ku Hêzên dagirker bi rêya hedefgirtina
jinên pêşeng dixwezin hebûna jinan li her çar aliyên kurdistanê înkar bikin.
Yekîtiya Jinên ciwan a reqayê ji bo
Piştgiriya Jinan û peydakirina derfetên kar ji wan re, perwerdeyeke dirûtinê da
dest pê kirin..
Derbarê salvegera destpêkirina
êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî Koçberên Girê Spî yên li kampa Til El-Semin a li Eyn Îsayê dijîn nerazîbûna xwe ya li dijî
dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û pêvajoyên guhertina demografîk anîn ziman.
Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Komîteya
Koçberan a Serêkaniyê Mesûd Hiso amarên êrîşên dewleta Tirk ên li ser
Serêkaniyê bi alîkariya ligel Rêxistina El-Teazir eşkere kir, û bang li civaka
navdewletî kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker ên bi armanca dagirkirina
herêmê, rawestîne.
Di 9ê Cotmeha îsal de sê sal li ser
dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re
derbas dibin.
Hisên Selmo: Gelê me,
çavkaniya hêza me ya sereke û bingehîn e, gel jî bi me ra alîkar e
Li bajarê
Minbicê di bin dirûşmeya Jin Jiyana Azadî, jin li hev du civîyan û semînerek di
derbarê nîqaşkirina rewşa jinan de li dar xistin.
Desteya
perwerdeyê ya Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê roja mamosteyan a cîhanî li tevahî
kedkarên qada perwerdehiyê pîroz kir.
Li ser
daxwaza şêx û rûspiyan, encumena leşkerî ya herêma Cizîrê û ofîsa têkiliyên
giştî ya hêzên ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê bi şêx û rûspiyên navçeyên
Hol, Til Birak û Til Hemîs re civiyan.
Yekîtiya
Ragihandina Azad a li bajarê hesekê, paneleke diyalogê ji bo pênasekirina şerê
taybet, cure, jêder û çavkaniyên wî û rola ragihandinê li hember wî, li dar
xist.
Ev demeke hin alî hewil didin
metiryalê sîstema xwendinê a rêveberiya xweser li bakur û rojhilatê sûriyê reş
bikin .û ji bo pêkanîna armnacên xwe her cure rêbazan bkar tîne .
Berdevkê
rêxistina mafê mirovan a efrîn – sûriyê ibrahîm şêxo beşdarî bernameya rave ya
rojava tv bû û behsa kiriyarên çeteyan li efrîna dagirkirî taybet di meha
derbasbûyî de revandina sivîlan û badcên ku li ser darên zeytûnan hatine ferz
kirin kir
Encumena malbatên şehîdan û welatiyên herêma Cizîrê, serdana konê
sersaxiyê yê Şehîd Rûken Zelal a ku di encama çalakiyeke fedayî de, li Mersînê
şehîd bûbû, kirin.
Li kampa rojhilat a bajarê Minbicê,
koçber di nava rewşeke zehmet de dijîn û bi nêzîkbûna zivistanê re, azarên wan
zêdetir dibin.