NÛÇE
Di konferansa 4ʹemîn a Kongra Star a herêma Efrînê de Endama
Navenda Şêwermendiya Diblomasî Nûrşan Husên diyar kir ku di demekê de ku jin
rastî êrîşên tunekirinê tên, li çar aliyên kurdistanê silogana "jin jiyan
azadî" bûye mala jinan.
Hejmarek ji Hunermend û
Şêwekarên bajarê Reqayê bi armanca pêşandana wêne û peykerên xwe pêşengeheke
hunera şêwekariyê li ber çemê firatê lidarxsit.
Yekîtiya Ragihandina Azad bi
merasîmekê her du şehîdên rojnemavan Seed Ehmed û Mihemed Reşo bi bîr anî..
Şanderê Birîtaniya ji bo Sûriyê di
serdana xwe ya li bakur û rojhilatî sûriyê de tekez kir ku DAIŞ hîna metirsiyê çêdike
û divê dewletên hevpeymaniya navdewletî destka xwe ji QSD re zêde bikin.
Di
bin dirûşmeya “Bi ruhê Jiyan û Zeynebê em ê destkeftiyên jinan biparêzin û bi
ser bikevin” Koordînasyona Kongra Star konferansa xwe ya 4’emîn li kantona
şehbayê li dar xist.
Bi dirûşma “Bi ruhê fedayîtiya
gerîla çanda şoreşgerî mezin bikin azadiya rêber Apo misoger bikin” li Kobanê Mihrîcana
3'yemîn a şehîd Bawer Agir hate destpêkirin.
Duh di saetên ber êvarî de, dewleta
Tirk a dagirker li nêzî kampa Newroz a li bakur rojhilatê Dêrikê bi balafireke
bêmirov erebeyek dema ji merasîma bîranîna şehîd Hevrîn Xelef vedigeriya, kir
hedef.
Nivîskarê Kurd Dîlawer
Zengî di mihrîcana 6'emîn a Osman Sebrî ya wêjeyê de diyar kir ku tevgera
wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelekî li pêş e..
Hevseroka Desteya Çendê ya herêma
Cizîrê Rewda Hesen derbarê rola jinan di warê çand û wêjeyê de got ku yên ku
herî zêde xwedî hestên nazik in di warê huner û wêjeyê de jin in.
Desteya Çand û Hunerê ya Herêma
Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriye mihrîcana 6'emîn a Osman Sebrî
li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar
xist.
Di
mihrîcana aştiyê de, Birayê Şehîd Ferhad Osman Remedan daxwaz ji neteweyên
yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku kujer bêne cezakirin.
Di 3’yemîn salvegera
şehadeta Sekretêra giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef de Partiya
Sûriyeya Pêşerojê li Dêrikê mîhrîcana Aştiyê li dar xist.
Desteya Şaredarî û Jîngehê
ya Herêma Cizîrê îro bi daxuyaniyekê pirojeya ziftkirina rêya di navbera
navçeya Amûdê û M4 de bi dawî kir.
Bi sedan koçberên Efrînê û
xelkên kantona Şehbayê îro ji bo bîranîna Şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan û
meşeke girseyî lidarxistin .
Cotkarên bajarê Reqayê dest
bi berhevkirina mewsimê pembû dikin û karkerên ku di nava zevî de dixebitin,
tekez dikin ku ev zevî ji wan re derfetên kar peyda dike.
Festîvala 2emîn a şanoyê ya “Arîn
bisk û zulfên aştiyê ye” bi pêşandana şanoyan li ser dika Navenda Çand û Hunerê
ya Baqî Xido li kobanê berdewam e.
Bi boneya
salvegera 3ʹemîn a şehadet Şehîd Hevrîn Xelef,
Encumena Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê merasîma bîranînê li dar xist.
Cotkarên pembo yên li Reqayê ji ber kêmkirina rêjeya
ava çemê Firatê ziyan dîtin. Cotkaran bang li rêxistinên mafê mirovan û Konseya
Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bînin.
Desteya
tenduristiyê yekemîn kargeha oksîjenê ku dê her rojê 300 bitilên oksîjenê
berhem bîne, vekir.
Hevpeymaniya Rêxistinên Civaka Sivîl a bakur û
rtojhilatê Sûriyê îro bi armanca balkişandina li ser nexweşiya kolêra
ku di demên dawî de li herêmên Rêveberiya Xweser belav bûye, Kongireke
çapemeniyê li dar xist.