NÛÇE
PROSEYA DENGDANÊ LI BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ ÇAWA DERBAS BÛ
QEDRÎ ESEN- ROJNAMEVAN- AMED
Xelkên ji bajarê Qamişlo piştevaniya xwe ji bo Partiya Çep a Kesk piştrast dikin û diyar dikin ku ev hilbijartin xwedî girîngiyeke taybet in.
Jinên Efrînî hêrs û bertekên xwe li hember tecawizkirina zarokan li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve, nîşan dan.
Dorpêça Hikumeta Şamê a li dijî kantona Şehbayê gelek ziyan gihandiye qada tenduristiyê.
Serokê Nivîsgeha Lêkolînan a Partiya Muhafezkaran Hesen El- Hesen dibêje, projeya Rêveberiya Xweser mafên gelan diparêze û projeyeke serkeftî ye.
Derbarê vegera Sûriyê ya ji bo Komkara Erebî de, El- Hesen dibêje, ew pêşwaziyê li wê pêngavê dikin, lê pêwîst e Hikûmeta Şamê hişmendiya xwe biguhere.
Bi nêzîkbûna demsala havînê re, careke din dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê Çemê Firatê kêm dike.
Hevserokê Rêveberiya avê ê Herêma Firatê Mesûd Bozî dibêje, qutkirina avê bandoreke mezin li jiyan û karûbarên welatiyan dike.
Her wiha diyar dike, rêxistinên mirovî bi erk û berpirsyariyên xwe ranabin.
2'emîn Festîvala Mûzîk û Stranan a Orkêş li bajarê Qamişlo di roja 2'emîn de bi beşdariyeke mezin bi rê ve diçe.
Şîrovekarê Siyasî Mislim Ehmed li
ser vegera hikûmeta Şamê ji bo Komkara Erebî nirxandin kir û got, projeya
rêveberiya xweser take çareya li sûriyê ye.
li milekî din, nûçeyeke ku cotkar hemû li bendê ne, Rêvberiya xweser bi gîştînameyekê nirxên Genim û Ceh ragihand û destnîşan kir ku wan ji bo genim 43 sint û ji bo ceh 35 sint diyarkirine.
Têkildarî rewşa jiyanî li Şehbayê û dorpêça Hikumeta Şamê ji herêmê re, Cîgirê hevserokê kantona Efrîn-Şehba Cemal Reşîd ji Rojava TV re nirxandin kir.
Hevseroka desteya Karûbarêb Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Ibrahîm ji Rojava TV re axivî û behsa beyannameya Rêveberiya xweser kir û got, Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên kêm dizane ku ew dikare koçberên Sûrî yên derveyî welat pêşwazî bike.
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan doh li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşek meşeleyan daketin qadan û dirûşmeya 'Bê Serok Jiyan Nabe' bang kirin.
Bangên azadiya fîzîkî ya Rêber
Abdullah Ocalan dewam dikin.
Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê îro bi daxuyaniyekê oparasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdên Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got, wê 14’Gulanê bibe dawiya faşîzma dewleta Tirk.
Ji bo hilbijartinên giştî yên bakurê kurdistanê û tirkiyê ku wê di 14ê Gulanê de bên li dar xistin tenê çend roj mane, li hember wê zextên li dijî rojnameger zêde dibin .
Ji bo xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava pêşangehek hat vekirin. di pêşangehê de xwendekaran behreyên xwe pêşkêş kirin .
Îroj serkeftina partiya li tirkiyê nayê wê wateyê ku wê tecrîda li dijî rêber abdullah ocalan were rakirin , ji ber wê divê NY , rêxistinên mafê mirovan û civaka navnetewî banga rakirina tecrîda li dijî rêber abdullah ocalan bikin û dawiya vê tecrîdê nasbikin , her wiha divê NY ji bo mijara tecrîdê karbike .
Her ku diçe Hikumeta faşîst a AKP-MHP tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike li kêlek wê jî daxwazên ji bo azadiya Rêber Ocalan jî li seranserî cîhanê zêdetir dibe,
TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN:BI NÊZBÛNA HILBIJARTINAN RE LI TIRKIYÊ OPARASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ DEST PÊ KIR
derbarê binçavkirina rojnamevan û siyasetmedaran li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê,Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Hesekê daxuyaniyek da.
Ji bo hilbijartinên giştî yên bakurê kurdistanê û tirkiyê ku wê di 14ê Gulanê de bên li dar xistin tenê çend roj mane, li hember wê zextên li dijî rojnameger zêde dibin .