NÛÇE
Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya desteya Çand û HUnerê ya herema Firatê sampoziyoma hunera şêwekariyê ya 4'emîn li dar xist .
Nivîsgeha Jin a Encumena Sûriya Demokratîk MSD'ê, ji bo nîqaşkirina vegera Sûriyê ya nava komkara erebî, îro komxebatek li Reqayê li dar xist.
Serokê Nivîsgeha Karûbarên koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed dibêje, pêwîst e vegera Sûriyê ya ji bo Komkara Erebî bikeve xizmeta çareserkirina aloziyê.
Ji bo şermezarkirina dorpêça hikumeta Îraqê ya li dijî xelkên Mexmûrê, Encûmena Malbarên Şehîdan a herêma Firatê daxuyaniyek dan.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşeke girseyî, îro li kantona Şehbayê êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kirin.
Xelkên kantona Qamişlo û Hesekê îro bi meşên girseyî dorpêça Hêzên Iraqê li dijî Kampa Mexmûr şermezar kirin û berxwedana gelên Mexmûrê silav kirin.
Di bin dirûşmeya "Bi Êrîş û
Çemberan Hûn Nikarin Vîna Me Bişkînin" îroj xelkên bajarê Qamişlo bi
meşekê dorpêça Hêzên Iraqê li dijî Kampa Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê şermezar
kirin.
îro yekem karwanên xelkên Bakûr û
Rojhilatê Sûriyê yên li Sûdanê di encama şer de asê mabûn gihiştin bajarê
Qamişlo.
Komeleya Çerkezan a Minbicê îro bi daxuyaniyekê salvegera 159'emîn a qirkirina çerkesan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got, sûc û kiryarên dewleta tirk ên li dijî herêmê ji dîrokê ne qute, dewleta tirk dixwaze Osmaniya nû vegerîne.
Nerazîbûnên li hemberî polîtîkayên Hikûmeta Iraqê yên li dijî vîna xelkên Mexmûrê zêdetir dibin.
Yekîtiya parêzerên bakur û rojhilatê sûriyê li gel Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê li hola Yekitiya Parêzeran a Reqa civiyan.
Di encama barana ku li herêmê bariya, projeyên sererastkirina rêyan hatibûn rawestandin, îro Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina rêya di navbera çerxereya El- Dela û çerxereya Sewami kir.
Li hinek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cotkaran dest bi çinîna ceh û genim kirine.
Endamên Kongra Star û Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek dan.
Têkildarî salvegera 46 a şehadeta Şehîd Hakî Karer, Dayîka bi navê Asya Husên ya ji Minbicê got, Şehîd Hakî Karer û rêhevalên wî di zindanê de pirek ji bo azadî û jiyanek bi rûmet ji wan re, ava kirin. Her wiha Asya Husên tekez kir ku Ew ê şopdarê rêya şehîdan bin.
Di salvegera 46 a şehadeta şehîdê pêşeng ê Partiya Karkerên Kurdistanê Hakî Karer, duh Malbetên şehîdan û xelkê Şehbayê li ser goristana şehîdan kom bûn û mûm li ser gorên şehîdên xwe pêxistin.
Navend bi beşdariya bi dehan şênî, hunermend û nûnerên rêveberiya xweser hat vekirin.
Di şahiya vekirinê de û piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê yeketiya hunermendan û endamên saziyan ve hate kirin.
Rêveberên Kombûna Jinên Zenûbiya ên bajarê Reqayê diyar kirin ku Projeya netewa demokratîk çareseriya guncaw ji bo jiyana hevbeş li tevahiya erdnîgariya Sûriyê ye.
Encumena Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îroj danê sibehê yekemîn konferansa xwe bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em ê şerê Gelê şoreşgerî mezin bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin” lidarxist.
Daxuyanî ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser bi koordîneya Komîteya Çand û Şûnwaran a Encumena Sivîl a Reqayê li pêşiya Muzexaneya Reqayê, hate dayîn.