NÛÇE
Koçberên Efrînî yên li kampa Berxwedan dijîn ji Rojava Tv re behsa êş û zehmetiyên bi wan re derbas dibin kirin.
Endamên Kongra Star ên kantona Şehbayê bêdengiya li hember sûcên li dijî jinan û tecawiza li zarokan ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin şermezar kirin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk bê deng nemînin.
Parêzer û endemên yekîtiya parêzeran ên bajarê Kobanê têkildarî mijara tecrîda girankirî ya dewleta Tirk a faşîst li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji Rojava Tv re axivîn û destnîşan kirin ku dewleta Tirk a faşîst bi hincetên cur bi cur tecrîdê li dijî rêber Apo giran dike.
IBRAHÎM ŞÊXO- ÇALAKVANÊ HIQÛQÎ- ŞEHBA
IBRAHÎM ŞÊXO- ÇALAKVANÊ HIQÛQÎ- ŞEHBA
Komîteya Şilêr a Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Efrîna dagirkirî şermezar kir.
Malbatên şehîdan yên bajarê Kobanê ku zarokên wan di pêngavên rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne piştevaniya biriyara rêveberiya xweser a darizandina çeteyên daiş'ê kirin
xelkên bajarê Minbicê cejna Qurbanê pîroz dikin. û ji Rojava TV re diyar dikin ku tevî zehmetiyan jî lê ew cejna xwe bi aramî derbas dikin.
Koçberên kampa Serêkaniyê dibêjin, cejna wan vegera li Serê Kaniyê ye, heta ku ew li warê xwe venegerin, ew bi coşa cejnê hest nakin.
Doh Li Şehbayê 3'yemîn Festîvala Şehîd Zîlan a çand, huner û werzîşê ya jinên ciwan dest pê kir.
Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê di çarçoveya serdanên xwe yên ji bo pîrozkirina cejna qurbanê de, serdana malbatên şehîdên sivîl kir.
Xelkên bajarê Kobanê roja Duyemîn ya Cejna Qurbanê pîroz dikin û di roja duyem de serdana hev dikin. Zarok jî bi hevalên xwe re cejnê pîroz dikin. peyamnêrên me li kobanê atmosfera roja 2'an a cejnê şopan em temaşe bikin
Li bajarê Hesekê jî xelkên bajêr roja duyemîn ya cejna Qurbanê pîroz dikin. Xelkên bajêr ji Rojava TV re diyar kirin ku ev cejin hinekî bi zehmetî derbas bû ew jî ji ber buhaya bilind ya kel û pelê cejnê.
EHMED UMER - NÛÇEGIHAN - AMÛDÊ
Şehîd Zîlan yek ji pêşengên şoreşa azadiya Kurdistanê ye. malbatên şehîdan ên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna şehîd zilan ji Televizyona me re axivîn.
Xelkên Kobanê û nûnerên Rêveberiya Xweser berbenga sibehê berê xwe dan goristana şehîd Dijle û bi danîna baxên kulîkan li ser gorên zarokên xwe, cejna Qurbanê pîroz kirin.
Zarokên navçeya Amûdê vê sibehê ji bo komkirina şêraniyên cejnê tûrikên xwe rakirin û çûne serdana malan.
Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî bi serdana goristana şehîd Delîl Saroxan dest bi pîrozkirina cejnê kirin
SIBE YEKEM ROJA CEJNA QURBANÊ DEST PÊ DIKE
EHMED OMER - NÛÇEGIHAN - AMÛDÊ
ŞERVAN MEHMÛD - NÛÇEGIHAN - QAMIŞLO
Xelkên bajarê Minbijê jî, ji bo kirîna pêdeviyên cejna Qurbanê li bazara ne. lê ji ber buhabûnê Şêniyên Minbicê bi gazinin.