NÛÇE
Komxebata 2'yemîn a Hevgirtina jinên Zenûbiya bi daxuyaniyekê, hilbijartina Endamên Desteya Koordînasiyona Hevgirtina Jinên Zenûbiya û bi tekezî li ser azadiya jinê bi dawî bû.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ'ê radestî şandeya Kanadayê kirin.
Encamnameya Komxebata Navneteweyî ya têkildarî Peymana Lozanê eşkere bû.
Koçberên Efrînî yên li Kantona Şehbayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin û dibêjin, armanca dewleta Tirk têkbirina statuya Kurdan e.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê salvegera 9`emîn a damezrandina xwe pîroz kir û soza Parastina Ewlehiya herêmê da .
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî nameyek ji Komxebata têkildarî Peymana Lozanê re şand û banga yekrêziya navmala Kurdî kir.
her di dokmxebatê de Rojava Tv Hevdîtineke li gel Endamê Parlementoya Encumena Ketelonyayê Rubin Wangsberg pêk anî .
Komxebata Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a têkildarî Peymana Lozanê di roja xwe ya 2emîn û ya dawiyê de li Hesekê bi rê ve diçe
Beşdarên Komxebatê jî dibêjin, armanca Peymana Lozanê tunekirina gelê Kurd bû, lê Kurdan bi berxwedaniya xwe pilanên dagirkeran vala derxistin.
Îro li Gerînendeya avê ya bajarê Qamişlo şewat derket.
Li bajarê Reqa îro Kongreya 2′yemîn a Kombûna Jinên Zenûbiya hat li dar xistin. Kesên ku beşdarî kongreyê bûn diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin da ku xwe bigihînin hemû jin û mêran ji wan ji zîhniyeta baviksalarî rizgar bikin.
xelkên Kobanê li himberî Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê nerazîbûn nîşan dan.
û gotin, em ê her dem li himberî êrîşên dewleta Tirk berxwedanê bikin û tu carî dest ji xaka xwe bernadin.
Beşdarên komxebatê jî behsa têkoşîna rêber Apo li hember peymana lozanê kirin û diyar kirin ku ji ber ku dewletên serdest nedixwestin projeyên demokrat ên kurdan biserbikevin ji ber ku metirşî bû ji bo wan li hember peymana sîvir peymana lozan îmze kirin
EHMED UMER - NÛÇEGIHAN - HESEKÊ
ŞERVAN MEHMÛD - NÛÇEGIHAN
XERÎB HISO - HEVSEROKÊ TEV-DEM
Cotkarên Kobanê di wergirtina fatoreyên xwe yên genim de berdewam in.
Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Reqayê Mazlûm Hemo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi her awayî şer li ser civakê dimeşîne, çi bi riya propaganda di ragihandinê be çi bi riya belavkirina madeyên hişbirê be.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif ji Rojava Tv re diyar kir ku Peymana Lozanê rê li ber Perçebûna Kurdistanê vekir û destnîşan kir ku bandorên Peymana Lozanê heta Roja me ya îroj dewam dike
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûryaya Demokratîk Mazlûm Ebdî bi riya vîdyoyeke tomarkirî tevlî komxebata navdewletî ya NRLS bû û diyar kir ku siyaseta Inkarkirinê ya bi Peymana Lozanê re dest pê kir negihîşt armanca xwe û bi bin ket.
Komxebata têkildarî Peymana Lozanê ya NRLS’ê bi beşdariya zêdetirî 150 siyasetmedar, hiqûqnas û lêkolînerên kar û barên Rojhilata Navîn dest pê kir.