NÛÇE
RÊVEBERIYA XWESER ZAGONA DIJBERIYA PAQIJKIRINA PEREYÊN NE REWA PESEND KIR
DEWREYEKE HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN PERWERDEYA XWE BI DAWÎ KIR
Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel diyar kir ku xwepêşandanên li Swêdayê dewamkirina şoreşa 19 tîrmehê ye , her wiha got, nenavendîbûn çareseriya aloziya Sûriyê ye.
Doh êvarê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn festîvala wêjeyî li bajarê Reqayê dest pê kir û dê 3 rojan dewam bike.
Bi salvegera duyemîn a komkujiya Xelêfanê ya ku 6 gerîlayên azadiya Kurdistanê dema bi rê ketibûn û hinek pêwîstiyên jiyanî ji xwe re bînin bûn armanca kemîneke PDK’ê û artêşa Tirk a dagirker û şehîd bûn.
Rojnamevanên jin ên ku li Şehbayê kar û xebatê dimeşînin, têkildarî êrîşên Dewleta Tirk ên li dijî rojnamevanan ji Rojava Tv re axivîn.
Pêkahteyên herêma Dêra Zorê derbarê operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' ku ji aliyê Hêzên Sûriyaya Demokartîk ve hatiye destpêkirin ji Rojava Tv re axivîn û piştgiriya xwe ji operasyonê re ragihandin û bang li şêniyên Dêra Zorê kirin ku piştgiriyê bidin Hêzên Sûriyaya Demokratîk.
Rûspî û rêveberên bajarê Reqayê piştevaniya operasyona Xurtkirina Ewlehiyê dikin û dibêjin, operasyon ji bo têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞ'ê gelekî girîng e.
Di van salên dawiyê de em pir kêm rastî çanda kelandina genim tên, lê dayîkên Kobanê hîna ew çand parastine û dest bi kelandina genim kirine.
Dayîkên Kobanê dibêjin, ew bi rêya kelandina genim dixwazin çanda xwe biparêzin.
Rêveberiya Xweser piştî çend salan ji rawestandina projeya avakirina Zanîngeha Kobanê, careke din dest bi lêkirinê kir û êdî proje ber bi dawiyê ve diçe.
Li gorî Endizyarê pirojeya zanîngehê Nezmî Mihemed Proje % 85 hatiye qedandin.
Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve bendavên li Bakur û Rojhilatê Suriyê di metirsiyê de ne.
Endamên komûna jinên zenûbiya êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê bi taybet li dijî jinan şermezarkrin û diyar kirn ku divê dewletên navnetewyê ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji kiriyarên dewleta tirk re deynin
23'ê Tebaxê Dewleta Tirk a dagirker ekîpa JIN TV kir hedef ,li hember wê bûyerê xebatkarên JIN TV banga parastina rojnamevanan dikin û dibêjin Dewleta Tirk li pêş cîhanê zagonên navnetewî binpêdike
Encumena Navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê di roja 11'an de serdana malbatên li navçeyê kir.
QSD LI DÊRAZORÊ DEST BI OPERASYONA ‘XURTKIRINA EWLEHIYÊ’ KIR
AKADEMIYA ŞEHÎD BINGEH A ÎDEOLOJÎK LI BAJARÊ QAMIŞLO HAT VEKIRIN
Endamê komîteya sotemeniyê ya Hesekê Mehdî Ciham dibêje, wan ji 22 tebaxê ve dest bi belavkirina mazota zivistanê kiriye.
Her wiha diyar dike ji bo her malbatekê 300 lître mazot hatiye veqetandin
ŞAREDARIYA NAVÇEYA TIL XEZALÊ RÊYÊN GUNDEWARAN QÎR DIKE
Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya ENKS'ê û PDK'ê şermezar kir.
Rojnamevanên Jin ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî hedefgiritina erebeya ekîba JinTV ji aliyê balafira dewleta Tirk a dagirker ve ji RojavaTV re axifîn û gotin ku dewleta Tirk ji bo ku hovîtiya xwe veşêre bi awayekî raste rast rojnamevan hedef digire.