NÛÇE
Di derbarê mijarê de Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêmê Cizîrê Gulistan Ismaîl ji RojavaTV re tekez kir ku ew di her alî de amedkariyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekarên herêmê ji bo sala nû ya xwendinê kirine.
Jinên siyasetmedar ên bajarê Minbicê têkildarî rewşa Siwêda ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku projeya Rêvberiya Xweser projeya herî guncaw ji tevahî Sûriyê re ye.
Siyasetmedarên bajarê Hesekê derbarê dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê de axivîn û diyar kirin ku yê karibe DAIŞ'ê bigire û xeteriya wê li ser hrêmê rake kare wan dadgeh jî bike.
Xelkên navçeya Çelebiyê ya Kantona Kobanê Girankirina Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan Şermezar kirin.
Festîvala 1'emîn a Wêjeyê ku desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser li Reqayê li dar xistibû, doh di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.
Rûspî û serokeşîrên Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê piştevaniya Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' kirin.
Têkildarî roja aştiya cîhanî Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Rîhan Elo dibêje, hêzên desthilatdar dixwazin aştiya civakê têk bibin.
Welatiyên bajarê Qamişlo piştevaniya Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê dikin û dibêjin, heta dawiyê ew ê li pişta QSD'ê bin.
Siyasetmedar û rewşenbîrên Hesekê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar dikin û dibêjin, armanca tecrîdê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.
OPERASYONA "XURTKIRINA EWLEHIYÊ" BI XURTÎ BERDEWAM DIKE
MEDYA HENAN- ROJNAMEVAN
Nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omar bi Endamê Parlementoya Ewropayê Xafyîr Nart re civiya.
Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê ji bo bîranîna şehîdên her du mehên Tîrmeh û Tebaxê, merasîmeke bîranînê li dar xist.
Bi armanca şermezarkirina Tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Şêniyên bajarê Reqayê meşeke girseyî li dar xistin
Festîvala wêjeyî ya yekemîn ku Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqa li lidarxist, di roja xwe ya duyem de didome.
Encumena Werzîşê ya Reqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo pêşxistina behreyên jinên ciwan, pêşbirkeke bi piskilêtan li dar xistin.
Beşdarên pêşbirkê dibêjin, çalakiyên weha asoyên wan berfirehtir dikin.
Desteya Perwerdeyê a herêma Firatê sala borî ji bo palnsaziya îsal 6 dibistan ji bo xwendekaran ava kirin, heta niha jî çaksazkirina dibstanan berdewam e û zêdetirî 424 mamoste hatine perwerdekirin.
Rûspiyê Eşîra El Begara Hesen Hesen derbarê operasyona Xurtkirina Ewlehiyê de ji Rojava Tv re axivî û piştgirya xwe bi hêzên Sûryaya Demokratîk re nîşan da.
Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê ji bo şikandina tecrîdê her dem li ser piyan bin û azadiya rêber Apo misoger bikin.
OPERASYONA 'XURTKIRINA EWLEHIYÊ' DI ROJA 4'EMÎN DE DIDOME
RÛKEN CEMAL- ROJNAMEVAN
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê îro ji bo 26 mamosteyên ku beşdarî perwerdeya fikirî bibûn şahiyek derçûnê lidarxist.