NÛÇE
Berdevkê Yekîneyên Partastina Gel YPG'ê Nûrî Mehmûd ji Rojava TV re ragihand ku, di van êrîşên dawiyê de ti nuqteyên wan nehatine hedefgirtin û dewleta Tirk şehîdxistina sivîlan ji bo xwe weke serkeftinekê dibîne.
Gelê Rojavayê Kurdistanê, sînameger û xebatkarên çandê cenazeyê sînameger û welatparêzê Kurd Şehîd Pîro Sine bi merasîmeke girseyî oxirî Rojhilatê Kurdistanê kirin.
JI BER ÊRÎŞA LI DIJÎ NAVENDA DIYALÎZÊ, REWŞA NEXWEŞAN KETIYE METIRSIYÊ
ŞERVAN MEHMÛD - NÛÇEGIHAN - QAMIŞLO
Endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz ya kantona Efrîn û Şehîbayê Mihemed Naso diyar kir ku hevpeymana Civakî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û birêxistinkirina saziyan rolek sereke dilîze.
Hevserok û endamên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê êrîşên dawî yên dewleta Tirk şermezarkirin û gotin ku tirkiyê armanc dike destkeftiyên şoreşê têkbibe.
Koçberên Efrînî û Xelkên Şehbayê bi armanca Şermezarkirina tecrîda li dijî bêber Abdullah Ocalan daketin qadan û banga Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo kirin .
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di beşekî din a nirxandinên xwe de da zanîn ku, êrîşên Tirkiyê zindîbûnê didin çeteyên DAIŞ'ê.
Her wiha derbarê danûstandinên bi Hikûmeta Şamê re jî Salih Muslim aşkere kir ku, Şam nikare biryarên serbixwe werbigire û di bin bandorên hinek hêzan de ye.
Bi boneya nêzîkbûna Sersalê û bi armanca peydakirina ewlehî û aramiyê li herêmê, Hêzên Parastina Civakî bendên kontrolê li hundirê bajarê Hesekê danîne.
Yektiya Ragihandina Azad (YRA)yê bi çalakiyekê şehîdên êrîşên dewleta Tirk li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anî.
Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El- Zîb dibêje, armanca dewleta Tirk a dagirker, rêlibergirtina Hevpeymana Civakî ye.
Her wiha Berdevka Meclîsa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir diyar dike ku, divê gelê Sûrî li dijî êrîşan bi yekdestî tevbigere.
Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî herêmê de bêyî ku cudahiyê bixe navbera sazî, binesazî û malên sivîlan de, êrîşî her deverê dike.
Li navçeya Dirbêsiyê jî dewleta Tirk a dagirker êrîşî du malên sivîlan kir û malên wan rûxand.
Nûçegihanê me Ehmed Umer çû cihê bûyerê û li gel xwediyê yek ji wan malan axivî.
DEWLETA TIRK LI NAVÇEYA DIRBÊSIYÊ MALEKE SIVÎLAN ARMANC GIRT
EHMED UMER - NÛÇEGHAN - DIRBÊSIYÊ
Platforma Çalakiyan a Kantona Reqayê her wiha Kongra Star a Kantona Şehbayê îro li dijî êrîşên dewleta Tirk xwepêşandanek li dar xistin.
Hevrêyekî Şehîd Mansûr Kerîmeyan behsa rola wî ya di nava sînemeya kurdî de dike..
TEV-ÇAND'ê îro têkildarî hedefgirtina sînemeger Mensûr Kerîmeyan daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo têkbirina çanda kurdan sînemegeran hedef digire.
Desteya Tenduristiyê ya Herêma Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.
Bi sedan xelkên kobanê û Reqayê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê meşên cuda li darxistin û banga rawestandina êrîşan kirin .
Hevserokê encumena giştî ya partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Reqa Ebid Hamid El mihbaş êrîşên Tirkiyê weke sûcên şer pênasekir.
Siyasetmedarên kantona Reqayê êrîşên Tirkiyê li dijî herêmê şermezarkirin û gotin divê sînorek ji hovîtiya tirkiyê re bê dayên.
Rayedarên Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê êrîşên Tirkiyê şermezarkirin û gotin, tirkiyê armanc dike herêmê dagir bike û nasnameya wê biguhere.