NÛÇE
Jinên Minbicê şehîdên komkujiya yekemîn a Parîsê bi bîr anîn û diyar kirin ku dewleta Tirk jinên pêşeng ên doza azadiya Kurdistanê xeterî li ser desthilata xwe dibîne, lewma wan hedef digere.
Hevserokê yekîtiya Parêzeran a kantona Firatê Azad Ebdê helwesta xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk nîşan dide û dibêje ku tu helewestên cidî li hember sûcên Tirkiyê nehatine stendin.
Şêniyên Şehba û koçberên Efrînî bi merasîmekê cenazeyê endama HPC`ê Fîdan Hemo li goristanan şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê oxir kirin.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk li dijî Herêmê şermezar kirin û gotin: ew ê heta dawiyê xwedî li şoreşê derkevin.
XEBAT ŞAKIR - ENDAMÊ MECLÎSA PYD'Ê YÊ EWRÛPAYÊ
Çalakiya Konvedanê ya li Qamişlo ji bo Şermezarkirina Êrîşên li dijî Herêmê hatibû lidarxistin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû .
9'ê vê mehê 11 sal di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re derbas dibin ku di encamê de sê jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan şehîd bûn.
Endamê nivîsgeha Têkiliyan ya Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD'ê Mihemed Elî Hesen ji Rojava TV re ragihand, di demekê de ku gelek alî dixwazin krîza Sûriyê kurtir bikin, lê ew weke MSD'ê dixwazin krîzê bi rêya dîyalogê çareser bikin.
Li ser rêya di navbera bajarên Hesekê û Qamişlo de qezayeke trafîkê rû da û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Xelkên Kantona Reqayê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, ji Rojava TV re diyar kirin ku, dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze nasnameya kurdan biçewsîne.
ARMANCA HEDEFGIRTINA ÇAPXANEYA SÎMAV ÇI BÛ?
DI ÊRÎŞA LI DIJÎ ÇAPXANEYÊ DE 7 XEBATKAR ŞEHÎD BÛN
NÊRGIZ ISMAYÎL - NIVÎSKAR Û ROJNAMEVAN
Nêrgiz Ismayîl: Armanca êrîşa li dijî Çapxaneya Sîmav tunekirina dîrok û zanînê ye
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, li navçeya Amûdê çalakiyeke konvedanê hat destpêkirin.
Şêniyên Minbicê bi geşbînî sala nû pêşwazî kirin û gotin, ew hêvîdar in ku aramî li welêt serwer bibe.
Parêzer Ismet Îbrahîm got ku, dewleta Tirk bi rêya êrîşên xwe dixwaze cîbicîkirina Hevpeymana Civakî asteng bike û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe.
Berdevkê Hêzên Lîwa Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku, armanca dewleta Tirk dagirkirina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Çapxaneya Sîmav ku weke navendeke rewşenbîriyê kar û xebat dikir û rojane bi hezaran pirtûk çap dikir, ji ber êrîşên Tirkiyê tarûmar bûye.
Koçberên Efrînî yên ku bi darê zorê ji warê xwe hatine koçberkirin, bi hêviya vegera li Efrînê pêşwaziyê li sala nû dikin.
Ew dibêjin, çiqas dem derbas dibe, lê hêviyên wan naçilmisin û ew ê bi vegera li Efrînê armancên xwe bigihînin serkeftinê.
Nûnertiyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk der barê êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker û bandorên wê de dosyayek ji saziyên Ereban û saziyên hiqûqî û siyasî yên navneteweyî re şand.
Parêzerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezarkirin û gotin, Tirkiyê nefesa gel hedef digre û desnîşan kirin ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên hovane zagonan binpê dike.
Tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xelkên herêmê sala nû bi kêfxweşî û hêviyên serkeftinê pîroz kirin.