NÛÇE
şahî bi beşdarbûna Hevserok û endamên Desteyan pêkhatin û di şahiyan de agirê Newrozê hate dadana û di bin tilîlî û berzkirina dirûşmeyan de govend hatin gerandin.
bi boneya cejna Newrozê Zanîngeha Kobanê şahiyek pîrozbahiyê lidarxist.
RêveberIya Xweser a Kantona Firatê bi rê û resmeke girseyî agirê Newrozê bilind kir û bang li şêniyên Kobanê kir ku roja 21 adarê bi girseyî berê xwe bidin qada Newrozê.
Rêveberiya têkiliyan ya Helebê Fatma Hesen behsa Newrozên berê dike ku çawa desthiltdara Beis wê demê cejna Newrozê qedexe dikir.
Fatma Hesen dibêje wan Newroza xwe di malan de bi dizî pîroz dikir, lê bi saya şoreşa Rojava em êdî Newroza xwe bi azadî pîroz dikin.
Bi hatina meha Remezanê re, xelkê Minbicê zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên sereke de dibînin, li gel wê Rêveberiya Pêjiyanî Ya Minbicê sedem û jêderên buhabûnê bi ROJAVA tv re parve dike.
Eşîrên qebîleya Tey a Ereb ên li kantona Cizîrê bi civînekê meclisa xwe ava kir.
Tevgera Civaka Demokratîk di çarçoveya rêzeçalakiyên cejina Newrozê de şahiyeke pîrozbahiyê li Qamişlo organîzkir.
Rêveberiya xweser ya Dêrazorê derbarê salvegera 6'an ya dagirkirina Efrînê de daxuiyaniyek da.
Bi hatina meha Remezanê re, xelkê Minbicê zehmetiyan di peydakirina pêdiviyên sereke de dibînin, li gel wê Rêveberiya Pêjiyanî Ya Minbicê sedem û jêderên buhabûnê bi ROJAVA tv re parve dike.
Hevseroka Meclîsa cîbicîkar ya Dêrazorê Fatma Merwan derbarê salvegera 6'emîn a Dagirkirina Efrînê got,Tirkiyê û çeteyên wê sûcên şer li Efrînê pêk tînin û zagonan binpê dikin.
Çalakî ji ber navenda jinên ciwan a Helebê destpêkir û bi meşekê berê xwe dan taxa Şerqê cihê pîrozbahiyê.
Meşa girseyî ji ber Nexweşxaneya Xalid Fecir ya taxa Şêxmeqsûda xerbî dest pê kir û li ber goristana Cebanat a taxa Şêxmeqsûda Şerqî veguherî mîtîngê.
Meşê bi beşdariya şêniyên kantonê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û tevgera jin ji qada jina azad dest pê kir û li qada Aştî veguherî mîtîngê.
Xelkên Reqayê jî BI boneya 6 emîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek dan û banga rizgarkirina Efrînê kirin .
Kombenda Efrîn a Civakî û Meclisa Qamişlo daxuyaniyek hevbeş dan û dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Îro bi hezaran koçberên Efrînî û Xelkên Şehbayê di salvegera 6'an a dagirkirina Efrînê de , herikîn qadan û bi " Efrîn a me ye" qêriyan.
Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê 6'mîn salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kir û bang li hêzên niştîmanî yên demoKratîk li Sûriyê kir ku di rûyê siyasetên dewleta Tirk de bibin yek.
Şêniyên taxa Enteriyê ya Qamişlo di çarçoveya rêzeçalakiyên cejina Newrozê de şahiyek pîrozbahiyê li dar xistin.
Tevgera çand û hunera demokratîk ya kantona Firatê amadekariyên xwe yên ji bo pîrozkirina cejna Newrozê bi dawî kirin.
Ji destpêka dagirkirina Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de û piştî berxwedana 58 rojan li hember balafirên dewleta Tirk a dagirker, ji sedî 80 şêniyên wê koçber bûn.