NÛÇE
Xelkên beşdarî newroza Amûdê ya ku li gundê Çaxir Bazar hatibû lidarxistin bû, peyamên berxwedan û têkoşînê dan û gotin 21 ê adarê roja serhildana gelê kurd e.
Bi hezaran xelkê kantona Firatê bi durişma"JI RÊBER APO RE AZADÎ JI PIRISGIRÊKA KURD RE ÇARESERÎ" li girê Miştenûr pîroz kir.
Endama meclisa cîbicîkar a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê Ilham Ehmed di Qada newrozê ya li bajarê Qamişlo ji Rojava Tv re diyar kir ku agirê Newrozê tê wateya derketina li hemberî zordarî û serdestiyê bû.
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di şahiya Newrozê ya li Qamişlo de ji Rojava Tv re got gelê Kurd bi hevgirtin û rihekî netewî Newroza xwe pîroz dike.
Doh bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" li 8 qadên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz hat pîrozkirin.
Bi beşdariya bi sedan welatiyên navçeyê û gundewarên wê, meclisa malbatên şehîdan, saziyên civaka sivîl û kongira star çerxere ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vekirin.
doh şêniyên kantona Tebqayê bi boneya Cejna Newrozê bi dirûşma' Bi ruhê Newrozê em Rêbertî azad dikin û serkeftinê bi dest dixin, şahiyek girseyî li dar xistin.
Xelkên kantona Reqayê Newroza 2024'an li Stadyuma Beledî ya Reqayê ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de şahidiya hemû cureyên zilm û îşkenceyê kiribû, pîrozkirin û gotin newroz ne tenê gelê kurd , tevahî pkhateyên herêmê hembêzdike.
Xelkên Hesekê bi boneya cejna Newroza arî li bendava rojava li hev kombûn û cejna xwe bi dil xweşî pîrozkirin.
beşdarên şahiyê Newroz li Serok APO pîroz kirin û gotin Newroz rojeke bi wate û giran buhaye.
Xelkên beşdarî newroza Tirbespiyê ya ku li dirêcîkê hatibû lidarxistin bûne, peyamên berxwedan û têkoşînê dan û gotin ku ew ê Newroza îsal bikin qonaxeke nû ya têkoşînê.
newroza bajarê Qamişlo li qada Newrozê ya hîmo hate lidarxistin.
bi hezaran xelkên qamişlo bi cilûbergên kurdî tevlî şahiyê bûn
hevkara me mereh emîn şahî şopand û as lifek amade kir, em temaşe bikin.
pîrozbahiya Newrozê ya Şehba wê li Gundê Elawşa yê navçeya Ehdas were lidarxistin.
Agirê newrozê bi beşdariya endamên MSD, partî û dezgehên sivîl li ber navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a li taxa El-Omran ya bajarê Hesekê hat vêxistin.
Beriya ku fermandar Sorxwîn gîyanê xwe yê pak û zindî bexşî welatê agir û rojê bike, wesiyeta xwe li hunermend Aycan Kobanê dike, eger ku şehîd bikeve, bila stranekê li ser wê bibêje.
Hêzên ewlekariya Hundirîn û trafîka bajarê Kobanê ji bo parastina aramiya herêmê û derbaskirina cejna Newrozê bi awayekî ewle, tedbîr û rêkarên xwe yên ewlehiyê zêdetir kirine.
Amadekariyên pîrozkirina cejna Newrozê li bajarê Kobanê bi dawî bûne û Kaşê Miştenûrê bi alayên Rêber APO, Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan hatine xemilandin .
Bi Dehan Malbatên şehîdan û endamên sazî û dezgehên rêveberiyê gel berê xwe dan goristanê û deqeyek rêz girtin .
Di şahiyê de bi sedan Xelkên taxa Qidûrbek beşdarbûn û di bin baranê de şahiya xwe pîroz kirin.
Gelê ku doz û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hilbiratiye, îro bi mîlyonan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derdikevin...
têkildarî biryara qedexekirina şewitandina tekeran û madeyên plastîk bi helkefta cejna Newrozê, xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek dan û tê de rastiya biryarê û pêwîstiya pabendbûna xelkê bi biryarê, piştrast kirin.