NÛÇE
Duh çeteyê bi navê Hisên El Hiso li çerxereya Qamişlo ya li başûrê Rojhilatê Bajêr gule avêtin ala Kurdî û dîmenê xwe li ser malperên civakî belav kir.
şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê endamê Saziya Giştî ya Gumrikê Masîro ku 20`ê Çileya 2026'an li Sirînê şehîd bûbû, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.
Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê a bajarê Kobanê êrîşa bi dronên dewleta Îranê li ser Kampa Sûrdaşê ku di encamê de pêşmergeya bi navê Xezal Mewlan, jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Di demên dawî de li bazar bihayên kelûpelên bingehîn û sebzeyan zêde bûne, di heman demê de gazinên welatiyan ên li ser xirabûna şert û mercên jiyanê jî zêde dibin.
Di bin barana xurt de îro malbatên Dîlgirtiyan li bajarê Qamişlo derketin xwepêşandanekê û daxawza serbest berdana xizmên xwe kirin.
Koçberên Serêkaniyê ku niha di kampa Newroz a bajarê Dêrikê jiyan dikin, Di nava zehmetiyan de û bi hêviya vegereke bi ewle dijîn.
Li Parlamentoya Danîmarkayê di navbera şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Lîsteya Yekgirtî ya Danîmarkayê de civînek siyasî hate lidarxistin.
Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Arta Cafê ya li Amûdê, semînerek diyalogê bi navê "Rewşa di çarçoveya 29'ê Çileyê de: Pêwîstî û Pêdiviyên Pêwîst" li dar xist.
Li pêşa benzînxaneya Qebaqîbî ya li Çerxerêya Îtfaiyê ya Hesekê agir bi tankerek sotemeniyê ket, di encamê 3 welatî birîndar bûn û 11 erebe şewitîn.
Werza Biharê wekî demsala çandiniyê li cem xelkên herêmê tê naskirin, nexadim îsal baran zêde bariya kulîlk vebûn û xwza rengê xwe yê kesk li xwe kir.
Koçberên Serêkaniyê ku ev nêzî 7 sal in bi darê zorê ji malên xwe hatine koçberkirin û di kampan de jiyan dikin, gazinên xwe yê ji ber vê rewşê dikin.
Di her xwepêşandanekê de ji bo girtiyan, Gîvara Efrîn bavê dîlgirtî Zinar, berê xwe dide meydanan, bi hêviya ku kesên têkildar dengê wan bibihîzin û kurên wan serbest berdin.
Çarşema SERÊ Nîsanê ji aliyê civaka êzîdî ve li qada mizgeftê ya bajarê terbespiyê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Li bajarê Amûdê, malbat û hevalên dîlgirtiyan bi xwepêşandanekê daxwaza berdana dîlgirtiyên ku ji aliyê hikumeta demkî ve hatine girtin, kirin.
Ajokarên bajarê Hesekê derbarê bilindbûna nirxên Mazûtê gazin kirin.
Şêro Ebdelah ku di 17'ê Çileya 2026'an de li Dêra Zorê di encama pevçûnên bi komên ser bi hikûmeta demkî de hate dîlgirtin Û DI KOMA 3'emîn ya pevguhertina dîlgirtiyan de hat serbestberdan, behsa jiyana di zindanên hikûmeta demkî de dike.
نظّمت مجَموعةٌ من عائلاتِ مقاتلي قواتِ سوريا الديمقراطية والمدنيين والأسرى لدى الحكومةِ المؤقتة فعاليةً احتجاجية للمُطالبة ِبإطلاقِ سراحِ ذويم وأبنائهم.
Di çarçoveya berdewamkirina belavkirina alîkariyê li ser koçberên Efrînê, Heyva Sor a Kurd li bajarê Hesekê alîkarî li koîberan belav kir.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê derbarê entegrasiyona demokratîk, rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê rû didin semînereke ji xwendekarên zanîngeha Rojava re lidarxist.
Di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29'ê Çileyê de, vê sibehê koma sêyemîn a koçberên ji Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.