NÛÇE
Malbatên Dîlgirtiyan û Rewşenbîrên Bajarê Amûdê dan xuyakirin ku eger hikûmeta Demkî dixwaze peymana 29'ê Çileyên bigihêje serî û aramî çêbibe divê girtiyên ku bi xedrê hatin girtin di zûtirîn dem de berde.
di 25'ê Nîsana 2017'an de dewleta Tirk a dagirker bi balafirên Şer êrîşî Qereçox kir û komkujiyekî li wê deferê pêk anî, ku ev roj wekî cejna Şehîdan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat ragihandin.
Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da û bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku li gorî Peymana 29’ê Çileyê dîlgirtiyan serbest berde.
DHNRK.RK Panelek Derbarê Roja Rojnamegeriya Kurdî De Da
Aras Cuma - Nûçegihanê Rojava Tv - Qamişlo
Kesên ku di sektora çandiniyê de dixebitin, ji ber demsala niha ku bi saya baranê serkeftî bûye, kêfxweşiya xwe nîşan dan.
Rojnamevanên qamişlo diyar kirin ku rojnameya kurdistan çand û zimanê kurdî parast .
Sibe Dê Roja Rojnamegeriya Kurdî
Were Pîrozkirin
Avaşîn Hêlîn - Rojnamevan
Malbat û hevalên dîlgirtiyan li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist, piştre berê xwe da avahiya PYD'ê û bi nûnerên Desteya Siyasî ya Parêzgeha Hesekê re civiyan.
Sibe 22'ê Nîsanê roja Rojnamegeriya Kurdî ye ku di sala 1898'an de bi riya Mîr Miqdad Bedirxan yekem rojnameya Kurdî derket.
Bi armanca rêgirtina li ber qezayên trafîkê û misogerkirina selametiya welatiyan; Rêveberiya Trafîkê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, dest bi kampanyekê berfireh kiriye.
Di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê û pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê de, îro PYD li navenda xwe ya li Qamişlo, bi şandeyeke siyasî ya hikumeta demkî re civiya.
Kobanê ku wek bajarê berxwedanê tê nasîn, di vê biharê de jî bi rengên cur bi cur xwe xemilandiye.
Ka em bi hev re li bedewiya bihara Kobanê ku hevkarên me yên kamîrevan amade kirine temaşe kin
Kontrolkirina Tirkiyê ji stasyona Elokê re û rêgirtina derbasbûna avê bo bajarê Hesekê, pirsgirêkek mezin ji welatiyên bajêr re çêkiriye, nemaze ku demsala havînê di rê de ye.
Di çarçoveya temamkirina xebatên entegrasyonê de, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşwaziya şandeyeke wezareta dadê ya hikumeta demkî kir.
Bi her baraneke xurt re, taxên bajarê Qamişlo vediguherin golên avê, û rêjeyek mezin ji wê avê derbasî mal û dikanên xelkê bajêr dibe.
Bi boneya 40 rojiya şehadeta siyasetmedar, endamê Desteya Hevserokatiya Rêveber a PYD'ê Şehîd Salih Muslim, li bajarê Kobanê merasîmek hat lidarxistin.
Têkoşer Salih Muslim di 40 rojiya şehadeta xwe de li bajarên Kobanê li ser goran xwe û Qamişlo li hola şehîdan a goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmên cuda û girseyî hat bibîranîn.
Bi armanca çeksazkirna transên elektirîkê ji aliyê navenda elektirîkê ya bajarê Qamişloyê ve, heyama 10 rojane ku kar û xebat tê kirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo derbarê destdirêjiya çeteyan li sembol û alên Kurdî li çerxereya Qamişlo Kom bûn û daxuyaniyek da.
Ji fermandarên YPJ’ê Rohilat Efrîn jî di merasîma 40 rojiya şehîd Salih Muslim de axivî