NÛÇE
Evîn Hec Mehmûd yê 22 Salî keceke ciwan ji xwedî pêdiviyên taybet e.
Evîn bi rûkenî û cêhatbûna xwe rê li ber astengiyan girtiye.
Evîn Mehmûd dibije, dema ku vîna mirov xurt be, dikare hemû astengiyên heyî li dû xwe bihêle û ji bo armancên xwe kar bike.
Hevseroka Partiya yekîtiya demokratîk PYD'ê ya Efrîn-Şehbayê Hevîn Reşîd ji Rojava Tv re behsa guhertinên di kongreya 10'emîn a PYD'ê derketine kir û diyar kir ku, ji biryar û armancên kongreyê avakirina civakeke demokratîk, xurtkirina têkiliyan û ferehkirina xebatên ji bo serwerkirina projeya neteweya demokratîk bû.
Cîgira Reveberiya Girînendeya Têkiliyên Derve û berdevka şaneya krîzê Gulîstan Elî derbarê xebatên Rêveberiya Xweser yên ji bo hêsankirina karûbarên penaberan de diyar kir ku, deriyên Rêveberiya Xweser her dem ji bo pêşwazîkirina penaberan vekiriye.
Desteya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd îro li ser nexweşiya penceşêra singê semînerek li navenda çand û hunerê ya mihemed şêxo lidarxist.
Tevgera Civaka Demoqratîk Tev Dem a bajarê helebê jî semînerek li ser komploya navdewletî ya 9'ê cotmehê ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan li darxist.
Xelkên bajarê qamişlo endamê hêzên sûriya demokratîk QSD'ê Elî Hesen El ewad bi nasnav seydo qamişlo bi merasîmekê oxir kirin
Desteya karûbarên civakî Û KEDKARAN a Kantona Reqayê îro nêzî 100 malbatên penaber ku ji Lubnanê derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne pêşwazî kir.
Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan derbarê 25'emîn salvegera Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo de, panelek lidarxist.
Rêvebriya Xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê deryê xwe ji penaberên sûriyê yên ku ji lubnanê derdikevin re vekiriye.
Hevserokê karûbarên Civakî û Kedkaran yê Rêveberiya Xweser Farûq El maşî diyar kir ku, ji bo hêsankirina hatina penaberan Rêveberiya xweser di nava xebatê de ye.
Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a kantona Firatê Ehmed Dawd destnîşan kir ku, çeteyên Tirkiyê li herêmên dagirkirî sûcên qirkirina fîzîkî û çandî li dijî welatiyan dimeşînin.
Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Zeyneb Silêman derbarê sûc û kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê de, anî ziman ku, li Efrîna dagirkirî beriya ku mewsim dest pêbike çete diziyê dikin û bacan li welatiyan ferz dikin.
Bi dirûşma ''Hûn dîrokê çêdikin, xwe bi hêviyê bigirin ji bo serkeftinê'' Ofîsa Sporê Şampiyona Futbolê ya Kupaya Ciwanan li Dêra Zorê vekir.
Bi hatina demsala zivistanê re, welatiyên herêmê dest bi çêkirina mûnetê dikin.
Li bajarê Kobanê jî, êdî dest bi çêkirina dimsê îsotên tûj hatiye kirin.
Xalid Hemo yê ji bajarê Kobanê ev 7 sal in projeyeke xwe ya taybet ji bo çêkirina dimsê îsotan vekiriye. Xalid ji Rojava TV re dibêje, armanca wî, zêdekirina berhemên xwecihî ye.
Ji bo nîqaşkirina geşedanên dawiyê û pergala qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, civîneke girseyî li herêma Şiqeyêf a Helebê hate lidarxsitin.
Kongra Star ya kantona Efrîn û Şehbayê, di çarçoveya pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber APO de xwendina pirtûkên Rêbertî didomîne.
Li kantona Firatê bi armanca kontrolkirina bazaran, parastina tenduristî û pêşîgirtina li ber keysbaziyê, Rêveberiya pêjiyanîyê gerên xwe yên çavdêriyê zêde kirine.
Rêveber û endamên rêveberiya pêjiyaniyê yên Firatê behsa armanc û girîngiya gerên xwe yên çavdêriyê kirin û daxwaz ji xelkê kirin ku ji bo sînordarkirina pirsgirêkan bi wan re bibin alîkar.
Mamosteyên kantona Şehbayê êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser ziman û çanda kurdî şermezar dikin û dibêjin dewleta Tirk a dagirker ji sedê salan ve dixwaze gelê kurd bê ziman û çand bike.
Rêveberiya sotemeniyê ya kantona reqayê bi nêzhatina demsala zivistanê kartên mazotê li welatiyan belav dike.
Rêveberê ofîsa sûtemeniyê Ebdilqadir El hemûd diyar kir ku, nêzî 140 kartên mazotê li welatiyan hatine belabkirin.
Rêveberiya kampa Telai ji bo pêşwazîkirina koçberên ku di dibistanan de dimînin beşek ji kampê berfireh kir û 47 kon lê zêde kir.
Koma Şano ya Henar a girêdayî Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi şanoya Pîne bi rêza 3'yan li Qamişlo hate pêşandan.