NÛÇE
JI BER ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ 366 GUND Û NAVENDA KOBANÊ JI KEHREBÊ BÊPAR MAN
FEHED MIHEMED- CÎGIRÊ HEVSEROKATIYA DESTEYA ENERJIYÊ YA FIRATÊ
Rêveberiya Xweser ya kantona Dêrazorê navendeke wergirtina pembûyê cotkaran li kantonê vekir û dest bi wergirtina berhem kir.
Însiyatîva parêzerên Sûriyê ya parastina Rêber APO ya Helebê bi daxuyaniyekê got, hevdîtin tenê têrê nake, lê divê Rêber APO bi awayekî fîzîkî were azadkirin.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Mehmûd Cemîl ji Rojava Tv re axivî û êrîşên li dijî binesaziya herêmê weke tewana şer bi nav kir.
Bi çend daxuyaniyên cuda, Meclîsa Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk a Helebê, Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xelkê Şîranê êrîşên li dijî herêmê şermezarkirin û banga hevgirtinê ta pêkanîna serkeftinê kirin
Serokê nivîsgeha Karûbarên koçber û Penaberan ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed êrîşên dagirkeriya tirk şermezar kir û got, armanca dagirkeriyê derxistina tevliheviyê û koçberkirina welatiyan e.
Nûçegihana Stêrk Tv a li kantona Şehbayê Ferîda Zada derbarê girtin û birîna 3 sal cezayê giretîgehê li ser rojnamevan û edîtorê ajansa rojnews'ê Silêman Ehmed axivî.
Rêveber û welatî kantona Reqayê derbarê êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û zirarên di encama êrîşan de rû dane de gotin, ji ber êrîşan bandorek mezin li aboriya herêmê bûye.
Ji ber êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrîn-Şehbayê xwendekarên kampa Şehba ya Kiştiarê zehmetiyan dikşînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmê şermezar kirin.
Kamîreya RojavaTV da ku sûcên Tirkiyê belge bike derbasî Navenda Embarên Genim ya Qamişloyê bû ku dewleta Tirk roja şev 24ê heman mehê depoya ard a li wir bombebaran kirbû bûn.
Berpirsê Depoya ard a Qamişlo Mustefa Xelef diyar kir ku, Ji ber êrîşên Tirkiyê ji 5-7 Hezar dolarê Emrîkî zirar gihaya embarê.
Desteya Tenduristiyê ya kantona Firatê îro bi daxuyaniyekê diyar kir ku, dewleta tirk bi hovîtiya xwe êşa gel girantir dike û herêmê wêran dike.
Kongra Star a kantona Firatê derbarê êrîşên dawî ên dewleta tirk daxuyaniyek parve kir û banga bilindkirina asta têkoşînê kir.
Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên tirkiyê şermezar kir û got, armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e.
Komîteya Aborî ya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û tê de anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî navendên xizmetê nirxên mirovahiyê binpê dike.
Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn- Şehba bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dan û gotin dewleta Tirk rasterast jiyana xelkên herêmê dike hedef.
Xelkên bajarokê Sirînê û Kongira Star a Helebê bi meşên cuda êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.
Li hemberî wan êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê QSD'ê di çarçoveya mafê parastina rewa de, rêzeçalakiyên serkeftî li dijî bargehên dagirkeriyê li dar xistin û hejmarek ji çete û leşkerên dagirkeriyê kuştin û birîndarkirin.
di vê çarçoveyê de fermandarên Encumena leşkerî ya Reqayê got, ew wekî hêzên leşkerî dê li hember êrîşan bersivên xurt bidin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê îro bi merasîmekê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê bi bîr anî.
Welatiyên çelebiyê yê girêdayî bajarê kobanê jî bi meşekê êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê şermezar kirin.