NÛÇE
Yekîtiya rewşenbîrên reqa û akademiya rêber Abdullah Ocalan ya zanistên civakî panelek li reqa li dar xistin.
Rêveberiya dibistanên Amûdê bi hemahengiya yaneya El-Ehlî û Şîrketa Darîn, bi armanca geşkirina beşdariya keçan di warê werzîşê de, du maçên futbolê organîze kirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan û Gaziyên şer ên kantona Reqayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xistin.
Peymangeha Bilind a Hunerî ya Hîlala Zêrîn ji bo ezmûna hevpeyvînê deriyê xwe li hember xwendekarên jin vekir.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya kantona Efrîn- Şehbayê bi daxuyaniyekê ferzkirina cezayên dispilînê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewleta Tirk hemû yasa û zagonên navneteweyî bin pê dike.
Endamê Ofîsa Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Sûriya Demokratî ya Şehbayê Mihemed Hesen da zanîn ku 13 sal di ser aloziya Sûriyê re derbas dibin, lê hîna jî ti çareseriyek nehatine dîtin.
Roja 26'ê Cotmeha derbasbûyî Tirkiyê navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Amûdê bombebaran kir. Dema ku tîmên agirkujê û welatiyan xwestin destwerdanê bikin, careke din êrîş pêk hat û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Yek ji birîndarên wê Xalid Macî ji Civaka Navneteweyî xwest ku pêşî li sûcên Tirkiyê yên li dijî herêmê bigire.
Rêveberên jin yên Kantona Firatê pergala qirkirnê ya li ser Rêbertî şermezar kirin û diyar kirn ku desthilata tirk dixwaze gel ji fikrê Rêber Apo dûr bixe.
Weqfa jina azad 7'emîn pêşengeha karê destan li bajarê reqa vekir.
EHMED TACEDÎN- ENDAMÊ PYD'Ê YÊ ALMANYAYÊ
Vê sibehê li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêleke nazik û sivik ya baran barînê dest pê kir.
Vê pêla baranê hem xweşî li nava welatiyan belav kir û hem jî dilê cotkaran xweş û geş kir.
Hevkarên me li Qamişlo daketin kolanê û kêliyên ciwan ên barîna baranê kêşan.
Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê rojane xizmetên xwe bi awayekî bêberamber pêşkêşî welatiyên kantona Reqayê û gundewarên wê dike.
Endamên Kongra Star yên bajarê Qamişlo pergala qirkirinê ya li Îmraliyê şermezar kirin û gotin, heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ew ê li ber xwe bidin.
Her wiha Endamên Kongra Star dan zanîn ku, bi saya ramanên Rêber APO jinan azadiya xwe bi dest xistin û mafên xwe nas kirin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Suryanî bi boneya salvegera 175ˋan a damezrandina rojnamegeriya Suryanî paneleke diyalogê li dar xist.
Li kantona cizîrê ji ber êrîşan zêdetirî hezar û 300 gund her wiha zêdetirî 6 navçe û 6 bajar bê elektirîk mane.
Hevserokê Desteya Enerjiyê ya kantona cizîrê Ekrem Silêman da zanîn ku dewleta tirk zêdetirî 15 stasyonên stratejîk li herêmê kir hedef.
PEYMANGEHA BILIND A JIN YA ÇAND Û HUNERÊ DÊ WERE VEKIRIN
ŞÊRÎN MIHEMED - RÊVEBERA PEYMANGEHA BILIND A ÇANDÊ
Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Reqayê bi çalakiyekê helbestvan Mehmûd El- Zexîra di salvegera 10'emîn a wefata wî de bi bîr anî.
Bi sedan koçberên Efrînî û xelkên Şehbayê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Sakîne Îsmaîl ya ku di êrîşa Tirkiyê de şehîd bibû, oxir kirin.
Hevserokê Meclisa ciwanên partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ehmed El Cemîlî ji ROJAVA TV re da zanîn ku dagirkeriya Tirk ji her pirsgirêkeke cîhanî derfetê ji xwe re dibîne ku êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.
Hevserokê Desteya Maf û Dadweriyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El Keraf got, sûcên dewleta tirk ên li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê tên belgekirin.