NÛÇE
Odeya operasyona '' Ewlehiya Domdar'' di daxuyaniya bidawîkirina operasyona kampa Holê û derdorê wê de ragihand ku wan 79 çeteyên Diş'ê girtin..
kamîreya ROJAVA TV karîbû xwe bigihîne çeteyên ku di nava operasyonê de hatin girtin û mukuhatinên wan qeyd bike..
çete li xwe mukur hatin ku dagirkeriya Tirk di aliyê madî û locistî de piştgiriya wan dikir, her wiha pilan dikirin ku kiryarên dijmirovî li dijî şêniyên herêmê pêk bînin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, kombûna jinan a zenûbya ya kantona mibicê panelek lidarxist.
Desteya Jin a kantona Minbicê di çarçoveya bernameya wê ya ji bo Roja Zarokan a Cîhanî de, paneleke diyalogê bi sernavê “Ji bo Zarokatiyeke Tendurist, Parastin, Pêşketin û Hişyarî” li dar xist.
Parêzer Ciwan Îso derbarê êrîşên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û binpêkirinên ku li dijî gelê herêmê pêk tîne axivî.
Ciwan Îso diyar kir ku bêdengiya dewletên ku navê gerantor li xwe dikin, dihêle dewleta tirk êrîşên xwe berfireh bike.
Di nava çalakiyên piştgiriya xwendekaran de, Zanîngeha Rojava dem bi dem çalakiyên hunerî û çandî li dar dixe.
Odeya Operasyona "Ewlehiya Domdar" bi daxuyaniyeke çapemeniyê bidawîkirina operasyona li kampa Holê û derdora wê, ragihand.
Odeya Operasyonê diyar kir ku di 7 rojan de 79 çete hatine girtin.
Endamên Rêxistina Sara ya bajarê Helebê diyar kirin ku tundiya li ser jinê bi armanca şikandina îradeya jinê pêk tê.
Xelkên bajarê Qamişlo piştgiriya xwe bi operasyona Ewlehiya Domdar re nîşan dan û diyar kirin ku, hêzên ewlekariya hundirîn, QSD û YPJ'ê hebûna wan diparêzin.
Her wiha Xelkên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku, ji bo parastina aramî û ewlehiya herêmê operasyonên bi vî rengî her tim pêwîst in.
Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê bi armanca vejandina çand û kultûra kantonê şevbuhêrkeke mûzîkê li dar xist.
Kongra Star a bajarê kobanê bi armanca nîqaşkirina 25'ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan komxebatek li dar xist.
Di çarçoveya pêngava azadiya rêber apo de, meclisa bajarê ehdas a kantona efrîn-şehba xelekên xwendina parêznameyên rêber apo li dar dixe.
Rêxistin û tevgerên jinan derbarê 25'ê mijdarê de daxuyaniyên cuda parve kirin.
Koma Orkestra Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo konsertek li dar xist.
Bi hatina demsala zivistanê re pêwîstiya welatiyan bi danîna sobeyan heye, lê bilindbûna nirxên wan barê welatiyan girantir kiriye.
Her sobeyek di navbera 40 ta 50 dolarên amerîkî de li sûkên Qamişlo tê firotin. Welatiyek jî ji Rojava TV re dibêje, karîna wan têra kirîna sobeyan nake.
Berdevka Însyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber APO Amna Xidro diyar kir ku, desthilata tirk armanc dike bi rêya pergala qirkirinê û nûkirina cezayên dîspilînî projeya aştiyane ya Rêbertî têk bibe.
Operayona ''Ewlehiya Domdar'' di roja xwe ya 6ˋan de dewam dike, di nava 6 rojên operasyonê de hêzan 73 çeteyên DAIŞ’ê girtin, gelek çek û cebilxane desteser kirin û 2 tunelên ku ji bo veşartina çekan û çeteyan di hundirê kampê de dihatin bikaranîn, ji nav birin.
FETHÎ BALABAN- ROJNAMEVAN- ÊLIH
Desteya karûbarên civakî û yekîtiya kedkaran ya kantona Efrîn Şehbayê îro civînek ji bo avakirina meclisa karûbarên civakî li dar xistin.
Civîna damezirîner a Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Reqayê bi dawî bû.
Meclisa Jinên Sûriyê ji bo nîqaşkirina bandorên koçberiyê yên li ser jin û zarokan, îro komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.