NÛÇE
Rêveberê Nexweşxaneya Miştenûr a bajarê Kobanê Mihemed Osman ji Rojava Tv re behsa kar, xebat û beşên nexweşxaneyê kir.
Şaredariya Gel a Kobanê derbarê amadekariyên wan ên ji bo parastina berhemên çandiniyê daxuyaniyek da.
Li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina meha Hezîranê re mewsima çinîna berheman dest pê dike.
Bi beşdariya 5 şanogeran, Komîna Şano ya Cizîrê ji bo piştigiriya zarokan û başkirina deroniya wan şanoyek li darxist.
Li bajarê Hesekê jî bi sedan kes ji bo piştgiriya YPJ'ê û qebûlkirina statuya wê meşek li dar xist.
Li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya jinan û jinên ciwan meşeke girseyî ji bo piştgiriya YPJ‘ê û qebûlkirina statuya wê hat lidarxistin.
4 ciwanên ji bajarê Qamişlo bi riya kilamên pêkenok ken û kefxweşiyê li ser rûyê xelkê çêdikin.
Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed jî ku beşdarî meşa piştigiriya YPJ'ê li bajarê Hesekê bû diyar kir ku Ji dema avabûna YPJ'ê ve jin di hemû qadan de cih girtine û li ser vî esasî me xwe bi rêxistin kir.
Roksan her wiha destnîşan kir ku mîrateya şehîdan îsrara wan a domandina têkoşînê ta mîsgoerkirina mafên tevahî jinan zêde dike.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê Rohilat Efrîn di meşa li bajarê Qamişloyê de axivî û got: “Îro tevahî cîhan ji bo piştgiriya YPJ li ser piyane.
Parêzer Mihemed Ebdê destnîşan kir ku eger Kurdan di nava Parlementoya Sûriyê de rêjeya 50% jî bi dest bixistana dê tu bandor nekirbana, ji ber ku hişmendiya desthilata heyî ya paşguhkirinê ye.
Derbarê yasabûna qaşo bi navê "Hilbijartinên meclisa gel" ya Sûriyê ku li parêzgeha Hesekê û Kobanê pêk hatin û hin kes hatin tayînkirin ku partiyên Kurdî ev yek bi paşguhkirina demogirafiya Kurdan bi nav kirin û boykut kirin.
Parêzgerê Hesekê Endizyar Nûrdîn Ehmed nimêja cejnê li mizgefta Qasimo ya li bajarê Qamilo kir û piştre berê xwe da goristana şehîd Delîl Saroxan û cejna malbatên şehîdan pîroz kir.
Xelkê Bajarê Kobanê û malbatên şehîdan jî bi boneya cejna Qurbanê berbanga sibehê berê xwe dan dan goristana Şehîd Dicle û li wir cejna xwe bi şehîdên xwe re pîroz kirin.
Di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de zarok ji saetên serê sibehê ve bi kêfxweşiyeke mezin mal bi mal digerin, cejnê pîroz kirin û şekiran kom kirin.
Li Hesekê jî malbatên şehîdan û xelkê bajêr bi serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê cejna xwe pîroz kirin.
Wekî tê zanîn cejin bi gera zarokan li şekir û şêraniyê xweş û geştir dibe û cejin wateya xwe ya bingehîn ji gera zarokan digire.
Xelkê bajarê Amûde dema ku cejna xwe li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl Hogir pîroz dikirin, ji ROJAVA TV re dan xuyakirin ku kêfa wan ya cejnê nîvço maye ji ber ku dîlgirtî bi tevahî nehatine berdan.
Endamê Desteya Serokatiya PYD'ê Aldar Xelîl di sibeha cejnê de serana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir, li wê dever ROJAVA TV hevdîtinek pêre kir.
zarokên bajarê Qamişlo ji serê sibehê ve rahiştin kîsê xwe û li şekir û şêraniyê geriyan, em bi hev re li dîmenên zarokên Amûdê binêrin.
Xelkê bajarê Qamişlo û malbatên Şehîdan Cejna xwe li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan pîroz dikirin.