NÛÇE
Koma Şehîd Xebat ya navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tirbespiyê Klîpeke nû bi navê Tirbespiyê weşand.
Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê bi dirûşma "Nivîskarî berpirsyarî ye" kongreya xwe ya 7‘emîn li bajarê Qamişloyê li dar xist.
ŞANDEYEK JI ZANÎNGEHA KOBANÊ SERDANA ZANÎNGEHA FRANKFURTÊ KIR
ŞERVAN MUSLIM - HEVSEROKÊ ZANÎNGEHA KOBANÊ
Bi boneya 5'ê Hezîranê `Roja Cîhanî ya Jîngehê` û bi armanca pêşxistina hişmendiya jîngehê di nav welatiyan de, Desteya Jîngehê kampanyayek hişyariyê pêk anî û broşorên hişyariyê li çend deverên bajarê Kobanê belav kirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Feysel Ebdî yê ku 18‘ê Çileya îsal li ser rêya Ebyet şehîd bûbû, bi merasîmekê li bajarê Amûdê hat oxirkirin.
Sîham Baço keçek ji gundê Xana Serê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye, yekem qehwexaneya taybet a jinan bi navê SÎSO vekirye.
Ji bo bi dawî anîna kirîza avê li nava bajarê Qamişlo Di sala 2025'an de ji aliyê şaredariya gel a bajarê Qamişlo û gerînedeya avê ve pirojeya kolandina 20 bîrên avê hate destpêkirin.
Li parêzgeha Hesekê ezmûnên refên 9 û 12`an ên materyalên Rêveberiya Xweser û yên rejîma berê dest pê kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku wan li bajarê Hesekê dest bi pêkanîna tedbîrên ewlehiyê yên tund kiriye.
Piştî demekê ji gilî û gazinên ajokar û welatiyên bajarê Qamişlo ji têkçûna binesaziya riyên çûn û hetinê Şaredariya Gel ya bajêr bi hevkariya kampaniya Zagros dest bi projeya zifitkirina rêyên sereke yên bajêr kir.
Şaredariya Gel a Hesekê di çarçoveya plana xwe ya 2026'an de dest bi asfaltkirina kolanên sereke û yên taxan kir.
Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Amûdê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê girtî ne çalakiyek li dar xist.
Ştilgeha şehîd Rojeng ku di bin sîwana desteya jîngehê a bajarê Kobanê de hatiye vekirin, bi her cûreyên gul û daran dewlemende.
Malbatên dîlgirtiyan û xelkê bajarê Qamişloyê bi daxwaza berdana zarokên xwe yên ku ji destpêka Çileyê ve li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê dîlin li pêşiya dadgeha Qamişloyê kom bûn û bikaranîna dosyaya dîlgirtiyan weke belgeya danûstandinê şermezar kirin.
Malbatan daxwaz kirin ku di demek nêzîk de zarokên wan serbest werin berdan.
Cotkarên herêmê ji ber buhaya kêm ku hikumeta Demkî ji bo kirîna genim diyar kiriye, ji Rojava Tv re nerazîbûnên xwe nîşan dan.
Jinên bajarê Qamişloyê ji bo misogerkirina rola û hebûna jinan di destûra nû ya Sûriyê de ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku pêwîste weke di peymana 29'ê Çileyê de hatiye ku hemû saziyên rêveberiya Xweser tevlî saziyên Sûriyê bibe, YPJ'ê jî di nava hêzên parastin ya Sûriyê de cih bigre.
Her wiha tekez kirin ku ew ê heta misogerkirina mafê jinan, her dem li qadan bin û di nava têkoşînê de bin.
Şêniyên bajarê Amûdê bi merasîmekê şehîd Agirî Hesekê li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir oxirkirin.
Partiya Yekîtiya Suryanî bi sernavê "Mafên Çandî yên Gelê Suryan-Asûrî li Sûriyê" li navenda rêxistina Pêl li bajarê Qamişlo panelek li dar xist.
Rêveberê Nexweşxaneya Miştenûr a bajarê Kobanê Mihemed Osman ji Rojava Tv re behsa kar, xebat û beşên nexweşxaneyê kir.
Şaredariya Gel a Kobanê derbarê amadekariyên wan ên ji bo parastina berhemên çandiniyê daxuyaniyek da.