NÛÇE
Tevgera çand û hunera demokratîk ya kantona Firatê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de siyaset û planên Tirkiyê yên li dijî herêmê hatin şermezarkirin û hete diyar kirin ku dagirkeriya tirk bi rê û rêbazên ne îxlaqî armanc dike gel tune bike.
Tevgera ciwanên şoreşger ya Bajarê Kobanê li hember êrîşên qirker yên dewleta Tirk a dagirker seferberiyeke giştî ragihand.
tevgerê da zanîn ku ew ê bi erkên xwe yên parastinê rabin û êrîşên dijmin têk bibin.
MÎDYA MIDEWER- RÊVEBERA KOMÎTEYA RAGIHANDINÊ YA MECLISA JINÊN SÛRIYÊ - REQA
SALÎHE AYDENÎZ- PARLAMENTERA DEM PARTIYÊ YA MÊRDÎNÊ- BAKUR
Nivîsgeha Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet a li Kobanî derbarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet de daxuyaniyek da û silavên xwe bi boneya vê roja girîng şand.
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Ezîz Selahedîn Şêxo yê ku di 1’ê Kanûnê de di encama bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo û Hesekê de şehîd bibû, bûn.
Navenda Çand û Huner ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên li dijî Şehba, Heleb û Til Rifatê şermezar kir û got, ev êrîş dibin sedema koçberbûna gel.
Tevgerên girêdayî Desteya Çand û Hunerê yên pêkhateyên kantona Cizîrê jî bi daxuyaniyekê tevlî seferberiyê bûn û diyar kirin ku, ew ê berxwedana xwe bidomînin.
Meclisa Gel a Efrîn- Şehbayê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo ku rê li pêşiya komkujiyan were girtin, wan biryar daye ku ji bajarên Şehba û Til Rifatê yên dorpêçkirî derkevin.
Meclisa kantona Efrîn-Şehba Ji bo xelkên ku li şehbayê mane daxuyaniyek li bajarê Reqa da û diyar kir ku wan riyek ewle ji bo derxistina sivîlan ji herêma şehba peyda kiriye û bang li tevahî gel kir ku berê xwe bidin xalên destnîşankirî da ku wan ber bi herêmên ewle mîna Tebqa û Reqa ve veguhêzin.
Ji şeva derbasbûyî ve karwarên koçberên Efrîn, Şehba, Nubil û Zehrayê berê xwe didin kantonên Tebqa û Reqayê û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên pêşwazîkirin.
IBRAHÎM HEFTARO - RÊVEBERÊ MECLISA GIŞTÎ YA KOMBENDA EFRÎN A CIVAKÎ
NESRÎN ŞÊXO - ROJNAMEVAN - HELEB
Jinên Bajarê Kobanê pergala qirkirinê şermezar kirin û gotin dewleta Tirk a dagirker ji fikir û felsefeya rêber APO ditirse.
Her wiha Jinên Kobanê diyar kirin ku ew bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin.
Ji bo piştgiriya gelê Şehba, Til Rifat, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi sedan welatiyên bajarê qamişlo meşek li dar xistin.
welatiyên bajarê qamişlo diyar kirin ku ew li pişta gelê xwe ne û çi bibe ew xaka xwe bernadin.
Sekerterê Partiya Roj a demokrat a kurd li sûriyê Kovan Kenho derbarê geşdanên ku li Helebê rû didin ji Rojava TV re nirxandin kirin û got, êrîşên li dijî Helebê bi desteka dewleta Tirk a dagirker pêk tên.
Hêza Parastina Şêxmeqsûdê û niştecihên taxê piştrast dikin ku heta henaseya dawiyê ew ê taxên xwe biparêzin.
NEWAF XELÎL- RÊVEBERÊ NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN - ALMANIYA
Meclisa tendurustiyê ya kantona Minbicê civînek ji bo hilbijartina hevserokatiya Meclisê li dar xist.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Egîd Efrîn oxir kirin.