NÛÇE
Hejmarek ji koçberên Efrînê li bajarê Amûdê hatine bicihkirin. Hevkarê me Serkeft Hisên li gel koçberekî axivî.
Di encama êrîşên çeteyên dewleta tirk a dagirker yên li ser kantona Efrîn - Şehba bi sed hezaran welatî neçarî koçberiyê bûn.
rêveberiya xweser jî heta niha koçberan pêşwazî dike û cih ji wan re peyda dike.
koçberên ku derbasî Tebqa bûne behsa sûc û binpêkirinên çeteyan dikin.
MAZLÛM EBDÎ: PÊWÎST E NÛNERÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI ÇARESERIYÊ DE CIH BIGRIN
NEWAF XELÎL- RÊVEBERÊ NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
Desteya tendurustîyê ya kantona Tebqayê pêşwaziya koçberên kantona Efrîn - Şehbayê dike û pêdiviyên tendurustiyê ji wan re pêşkêş dike.
Koçberên ku ji ber êrîşan berê xwe dane Qamişloyê ji Rojava Tv re behsa êş û azarên xwe dikin û dibêjin, ew bi zorê ji pencê çeteyan hatin rizgarkirin.
Fermandara YPJˈê Rohilat Efrîn jî got, şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê heta dawiyê li ber xwe dan û piştrast kir ku, ew amade be heta dawiyê gelê xwe biparêzin.
Derbarê xebatên rizgarkirina koçberên ku li Şehbayê hatine dorpêçkirin jî, Mazlûm Ebdî aşkere kir ku, ew di nava têkiliyan de ne, da ku hemû kesan rizgar bikin.
Fermandarê giştî yê QSD'ê di beşekî din ên nirxandinên xwe de aşkere kir ku ta niha şer di navbera wan û Heyet Tehrîr El Şam de derneketiye.
Her wiha derbarê dîyalogan de jî Ebdî piştrast kir ku ew amade ne bi hemû aliyan re dîyalogê pêk bînin û divê nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de cih bigrin.
heyva sor a kurd ji bo dermankirin û alîkariya koçberan li nava navendên pêşwazîkirina koçberan digere.
endamê heyva sor a kurd Idnan Mûsa ji xala pêşwaziya koçberan li reqa got ew koçberên ku tên herêmê derman dikin lê mixabin 2 zarok li serê mirin û me nikarîbû destwerdan bikin.
di nava koçberên ku gihiştine herêma ewle ya rêveberiya xweser tevahî ferdên civakê hene.
Rojava tv li reqa hevdîtin bi kalemêrên efrînî re kirin.
Kalemêrên efrînî dibêjin tevî temenê wan ê mezin di nava 7 salan de ew 2 caran bi darê zorê hatine koçberkirin.
Zêdetirî 150 malbatên êzdî ku ji 550 kesî pêk tên bi darê zorê ji efrîn-şehba hatine koçberkirin, di nava karwanê koçberan de gihiştine kantona cizîrê.
Ji wê hijmarê derdor 20 malbatî ji wan li gundê merkebê yê girêdayî amûdê bicih bûne.
Êzdiyên efrînê dibêjin êrîşên dewleta tirk mîna 74 fermanên bi serê civaka êzdî de hatine.
Mazlûm Ebdî got, hewldanên wan ên ji bo parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dewam dikin.
Her wiha piştrast kir, eger ku êrîş li dijî Minbicê çêbibin, ew ê bi şêwazekî xurt bersivê bidin û hêza wan têrê dike ku dagirkeran têk bibin.
Fermandariya giştî ya qsd'ê derbarê geşedanên ku li sûriyê rû didin, kongreke çapemeniyê lidarxist.
Di kongir de fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku haya wan ji rewşê hebû û ev du mehin ku tedbîrên xwe girtine.
Mazlûm ebdî got vekişîna hêzên hikûmeta şamê bi vê hêsaniyê rewşeke siyasî û leşkerî ya nû li sûriyê desrxist.
Her wiha Ebdî got ji bo parastina sivîlan wan korîdoreke mirovî vekir.
PIŞTGIRIYA SAZÎ Û ŞÊNIYÊN KANTONA CEZÎRÊ JI KOÇBERÊN ŞEHBA Û TIL RIFATÊ
PÊKHATEYÊN HERÊMÊ ALÎKARIYAN PÊŞKÊŞÎ KOÇBERÊN EFRÎN- ŞEHBAYÊ DIKIN
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
BÊRÎVAN QASIM- NÛÇEGIHAN- AMÛDÊ
Gelê Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Dêrik û gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Welatiyê ji bajarê qamişlo yê bi navê Ebdelselam Hecî Salih li Stadyoma Şehîdên 12'ê Adarê 15 kon ji bo koçberan vedaye.
kamîreya Rojava Tv li nav Koçberên Efrînî yên ku ji ber hovîtiya dewleta tirk ji herêma xwe derketine û li Qamişlo bi cih bûne, geriya û li azarên wan guhdarî kir.
Ji kantona Efrîn-Şehbayê û bajarê helebê zêdetirî 300 malbatên koçber ku bi darê zorê hatin koçberkirin, gihiştin Hesekê.