NÛÇE
REWŞA DAWIYÊ YA LI BAJARÊ KOBANÊ Û HELWESTA GEL
REBÎ'A ÎTO- ROJNAMEVAN- KOBANÊ
Desteya Tenduristiyê li kantona Reqayê kar dike ku kilînîkên bijîşkî yên berfireh bi Nexweşxaneya Niştimanî re bike yek û bixe xizmeta welatiyan.
Komxebatek bi sernavê “Geşedan û bandorên wê li ser hebûna Kurdan û mafê wan ê rewa” îro li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Xelkên bajarê Dirbêsiyê bi meşeke girseyî piştgirî dan QSD'ê û banga yekîtiya kurdî kirin.
Xelkên bajarê Reqayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 6 cangoriyên azadiyê oxir kirin.
KURDÊN BAKURÊ KURDISTANÊ JI BO ROJAVA LI SER SÎNOR IN
AHMET KANBAL - ROJNAMEVAN- MÊRDÎN
Şervanê Hêzên Komandos şehîd Hebûn Baxoz ku di 16ˈê Kanûnê di berxwedana li Pira Qereqozaqê de şehîd bûbû îro bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê hat oxirkirin.
Der barê geşdanên dawî yên ku Sûriyê û bi taybet herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas, Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir.
Xelkên bajarê Qamişlo ji bo piştgiriya Hêzên sûriya demokratîk QSD'ê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşek li dar xistin.
Cîgirê Sekerterê Partiya Demokratî pêşverû kurd li sûriyê Ehmed Silêman, derbarê yekîtiya kurdî nirxandin kir.
Ehmed Silêman got,ev pêvajoyeke hebûn û tunebûnê ye û eger partiyên kurd di vê pêvajoya hestyar de nebin yek deng, dê kurd her tiştî winda bikin.
Hêza parastina Civakî HPC li Bajarê Kobanê ji bo parastina bajêr 24 demjimêran li kolanan e.
Rêvebir û Endamên jin yên bajêr dan zanîn ku, rewş awarteye û divê her kes di vê pêvajoyê de banga seferberiyê bibersivîne, bibe şervan û xaka xwe biparêzin.
DEWLETA TIRK GEFA DESTPÊKIRINA ÊRÎŞEKE DAGIRKERIYÊ LI DIJÎ #KOBANÊ DIXWE
MIZGÎN XELÎL - CÎGIRA HEVSEROKATIYA MECLISA CÎBICÎKAR A FIRATÊ- KOBANÊ
QSD: DEWLETA TIRK A DAGIRKER HEWLDANÊN AGIRBESTÊ TÊK BIRIN
QSD: DEWLETA TIRK JI ŞEVA DERBASBÛYÎ VE ÊRÎŞÎ BENDAVA TIŞRÎN Û PIRA QEREQOZAQÊ DIKE
QSD: ŞERVANÊN MECLISA LEŞKERÎ YA MINBICÊ BERSIVA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ DIDIN
SIYAMEND ELÎ- BERPIRSÊ NAVENDA RAGIHANDINA YPG'Ê
Roja 15ê vê mehê, Saziya Parastina Kelûpelan, giştînameyek belav kir û tê de pêwîstî bi ragihandina lîsta bihayan ji aliyê dikanên bazirganî ve ragihand.
koçberên kantona Efrîn û Şehbayê yên dagirkirî behsa zehmetî û zirarên ku ji ber koçberiyê dikşînin, dikin.
jinên Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û gotin, ew û şervanên QSD'ê bajarê xwe diparêzin û rê li pêşiya dagirkeriyê digrin.
Serokê paritya Lîbral a Kurd Li Sûriyê Ferhad Têlo derbarê yekrêziya navmala kurdî de nirxandin kir.
Ferhad Têlo got:''pêwîstî bi konfirasekê heye ku tevahî çînên civakê di nav de cih bigirin da ku lêvegerek siyasî derkeke ku em pê berê xew bidin Şamê''.
têkldarê gef û êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê ku li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê zêde dibin bertekên tund derdikevin pêş.
Endam û Rêveberên herêmê banga bidawîkirina êrîşan kirin û diyar kirin ku şerê li ser gelê kurd şerekê bê dawî ye.
Rêveberiya Pêjiyaniyê ya bajarê Hesekê ji bo kontrolkirina nirxên kelûpelan û rêlibergirtina keysbaziya bazirganan, gerên xwe zêde kirine.
Kongra Star têkildarî gefên êrîşan daxuyaniyek da û diyar kir ku, Bi şoreşa Rojava ku bi jinan dest pê kiriye, dê mafên hemû jinên Sûriyê bên parastin.