NÛÇE
Doh Mîhrîcana Şehîd Zîlan a Werzîş û Çandê ya 6'emîn bi pêşengtiya jinên ciwan li bajarê Qamişloyê û di bin diruşma "Di Zîlanbûyînê de bi îdia di komînalbûyînê de bi israr in" di navbera beşdariya girse ya ciwan û şêniyan de dest pê kir.
Beşdarên Mîhrîcanê ji Rojava Tv re diyar kirin ku ew wekî jin li ser şopa şehîd Zîlan in û heta pêkanîna azadiyê soza têkoşîna li ser metoda wê didin.
FESTÎVALA ŞEHÎD ZÎLAN LI QAMIŞLO DEST PÊ KIR
BÊRÎVAN QASIM - NÛÇEGIHANA ROJAVA TV - QAMIŞLO
Ji bo salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî) a 30’emîn, Kongra Star li bajarê Kobanê civînek li dar xist.
Li bajarê Hesekê jî, pêvajoya qeydkirina hemwelatiyên Kurd ên Sûriyê yên ku heta niha nehatine qeyd kirin û bê nasname ne, îro ket roja xwe ya duyemîn de.
Ji 2 rojan ve, qonaxa duyem a wergirtina nasnameya hemwelatîbûna Sûrî li herêma Cizîrê dest pê kiriye.
Doh partiyên siyasî ji bo nirxandina rêbazên xurtkirina yekîtiya Kurdan li baregeha Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê ya li bajarê Qamişlo civînek li darxist.
Tenê du roj ji bo cîbicîkirina biryara qedexekirina motoran li bajarên parêzgeha Hesekê re maye.
Nivîsgha Jinên Sûriyeyê bi hevkariya Koma Projeyên Biçûk a ji bo Hunerên Destan û Karên Jinan li Qamişlo pêşangeheke hunerên destan bi navê "Tiliyên Afirîner" li dar xist.
Xelkê bajarê Amûdê Ji bo bilindbûna nirxê sotemeniyê li herêmê xwepêşendanek lidarxistin.
Welatiyên gundewarên Tirbespiyê nerazîbûn nîşanî bûhabûna nirxê sotemeniyê didin
Aras cuma - nûçegihan - Tirbespiyê
Ji bo naskirina rola jinan di destûra nû ya Sûriyê de û bidestxistina mafên wan, Meclisa Jin a PYD'ê li bajarê Qamişlo panelek li darxist.
Şêniyên Kobanê û gundewarê wî şehîdên Komkujiya Kobanê ku bi destê çeteyên DAIŞˊê di 25ˊê Hezîrana 2015ˊan de pêk hatiye, di salvegera 11ˊemîn de bi bîr anîn, mûm li ser gorên wan pêxistin û kulîk danîn ber kêlan.
Welatiyê ji gundê Berx Botan 'Şukrî Hemo', komkujiya ku di 25'ê Hezîrana 2015'an de qewimî bi bîr tîne û hûrguliyên wan saetên xwînî yên ku di bîra wî de zindî mane vedibêje.
BÊRÎVAN QASIM - NÛÇEGIHANA ROJAVA TV - QAMIŞLO
Di salvegera komkujiya Helincê de, Şênî û jinên Kobanê bi hildana siloganên "Bi qirkirinê gel nayên bêdengkirin", meşek lidarxistin.
Şaredariya Gel û Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca baştirkirina xizmetguzariyên giştî û jîngehê însiyatîfeke paqijkirinê da destpêkirin.
Şaredariya Gel û Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca baştirkirina xizmetguzariyên giştî û jîngehê însiyatîfeke paqijkirinê da destpêkirin.
Li gundewarên Qamişlo, Çilaxa û Tirbespiyê bi sedan donim zeviyên çandiniyê û pûş şewitîn.
Ajokarên taksiyan û veguhastina giştî li Qamişlo li ber avahiya Komîteya Sotemeniyê ya Qamişloyê xwepêşandan li dar xist û daxwaz kirin ku biryara bilindkirina buhayê benzînê were betalkirin.
Piştî ku navenda Depokirina Genim ya bajarê Amûdê hat dagirtin, berpirsên navenda wergirtinê ya Amûdê ji cotkaran re daxwaz kirin ku genimê xwe bibin parêzgehên din weke Hums û deverê din li Sûriyê.