NÛÇE
Ciwanên Kobanê diyar kirin ku ew ê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo naskirina rastîn a Kurdan di destûrên Tirkiyê û Sûriyeyê de hewl bidin û têkoşînê bilind bikin.
Piştî 14 salan îro navenda Postxaneyê ya Bajarê Amûdê bi merasîmekê hat vekirin. Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, nûnerên saziyan û şêniyên bajar beşdarî merasîmê bûn.
Xebata paqijiyê ku ji aliyê Meclisa Bajar a Hesekê ve hatiye organîzekirin, li taxên bajar û gundan dewam dike.
Komîteya perwerdeyê ya desteya jîngehê ya bajarê Kobanê, ji bo belavkirina çanda xwendinê, hejmarek pirtûk belav kir.
Bi sedan kes li bajarê Qamişlo bi durişma "Rêberê azad, gelê azad" daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.
Şêniyên Kobanê cenazeyên 4 şervanên ku di dem û deverên cuda şehîd bûbûn, li goristana Şehîd Dicle spastin axê.
Komek jinên bajarê Kobaniyê, ku hejmara wan di navbera 10 û 15 jinan de ye, projeyek ji bo hilberîna reçelên salane dest pê kirine. Ew her roj ji saet 8'ê sibê heta 3'ê piştî nîvro dixebitin.
Bi bilindbûna nirxê Sotemeniyê re, êdî nirxê kehrebeya Empêran jî li parêzgehaHesekê bilind bû û barê welatiyên deverê 2 qat giran kir.
Bi armanca piştigiriya kampaniya YPJ'ê, Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişloyê panêlek li darxist.
Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Rojger Zîlan û teqez kirin ku, heta dawiyê ew ê bibin şopgirên rêka şehîdan.
Bi hêviya vegera bilez û bidawîanîna dagirkirina axa wan, koçberên Serêkaniyê li ber avahiya parêzgeha Hesekê xwepêşandan kirin û daxwaza mafê xwe yê rewa kirin.
Jinên bajarê Qamişlo derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk û şrtên biserxistina vê pêvajoyê ku ji aliyê rêber APO ve hatiye destpêkirin ji televizyona me re axivîn
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan beşa Kobanê bi daxuyaniyekê tundî li ser dayîkekê li Til Eranê şermezar kir.
Xelkê bajarê Kobanê bi çalakiyekê li qada Jina Azad êrîşên hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Demkî ya li ser Til Eran û Til Hasil şermezar kirin.
Parêzgarê Hesekê, Endezyar Nûreddîn Ehmed, digel rêvberê Banka Navendî ya Sûriyeyê "Mihemed Sefwat Rislan", şaxê Banka Navendî ya Sûriyeyê li Parêzgeha Hesekê vekir.
Bi merasîmekê cenazeyên 18 şehîdên ji goristana şehîdan a Minbicê veguhestin goristana Şehîd Dicle a Kobanê.
Îro desteya Ekolojî û saredariya bajarê Kobanê, bi hevkariya zanîngeha Kobanê, pêngaveke paqijiyê li daristana sehîd Koçero hat destpêkirin.
Pêngava paqijiyê bi durişma : "Paqijkirina parkan û bajar ne berpirsyariyeke tekakesî ye, lê nirxekî hevpar ya civakê ye, divê em hemî beşdar bibin" dest pê kir.
Pêngav bi armanca parastina çanda paqijiyê di nava civak û bajêr de hat lidarxistin û tê de bi bi dehan endamên Desteya Ekolojî, endamên Saredariya Kobanê û xwendekarên zanîngeha Kobanê.
Şaredariya Gel a bajarê Dirbêsiyê dest bi projeya ziftkirina rêyên sereke yên bajêr kir. Ev proje di çarçoveya planên xizmetguzariyê yên şaredariyê di werzê havînê de tê birêvebirin.
Duh, Ciwanên Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişa li ser sivîlên Kurd li bajarokê Til Eranê yê li gundewarê Helebê xwepêşandanek li dar xistin.
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê, êriş û binpêkirinên li dijî sivîlên Kurd li Til Hasil û Til Eranê şermezar kir