NÛÇE
Bi boneya nêzhatina Cejna Newrozê, Akademiya "Yadê Eqîde" ya girêdayî Meclisa Edaleta Jin a Amûdê, pêşangeheke folklorî ya cilûbergên Kurdî û sembolên xemilandê vekir.
Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Firatê bi meşekê komkujiya dewleta Tirk a dagirker a li Berxbotanê şermezar kir.
Şêniyên kantona Firatê îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Ronîda Ebdo li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir kirin.
Îro Zanîngeha Rojava bi coşeke mezin şahiya pêxistina agirê Newrozê li hola zanîngehê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.
Rêveberê Rêxistina mafên mirovan ya Efrîn- Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji Rojava TV re behsa bîlançoya tawanên 7 salên dagirkeriyê yên li dijî gelê Efrînê, demografî û xwezaya wê dike.
Bertekên li hember komkujiya hovane ku dewleta tirk a dagirker derheqê malbateke kobanî de pêk aniye, zêde dibin.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê Canda Mihemed ragihandina reşinivîsa destûra sûriyê red kir û daxwaza nûkirina destûreke nû ku mafê her kesî têde parastî be kir.
li bajarê helebê ciwanên PYD'ê bi şahiyekê, agirê Newroza 2025'an dadan.
Xelkên taxa Kornîş ya bajarê qamişlo ji bo pîrozkirina Newroza 2025'an çalakiyek li dar xistin û agirê Newrozê pêxistin.
tevî êrîşên dewlrta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bendava Tişrînê, Berxwedana gelê herêmê ya li Bendava Tişrînê bi vîn û moraleke xurt dewam dike.
Yekîtiya dibistanan a bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina newroza 2025'an şahiyek li dibistana şehîd Kerîm ya bajêr dar xist.
Bi dehan çalakvan û kesayetiyên siyasî li bajarê Qamişlo, li dijî reşnivîsa destûrî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin, xwepêşandanek li ber stadyuma 12'ê adarê lidar xistin.
Ofîsa parastina zarokan û Desteya Jin a kantona Reqayê bi daxuyniyekê bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku li hember kiryarên Erdogan bê deng nemînin.
Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi armanca şermezarkirina salvegera 7'an a dagirkirina Efrînê, meşek li dar xistin.
Kombenda Efrîn a civakî ya kantona Reqayê derbarê salvegera dagirkirina Efrînê de meşek girseyî li dar xist û tê de daxwaza vegerê kir.
Şêniyên kantona firatê îro bi meşekê 7'emîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dagirkeriya tirk ve, şermezar kirin.
Kombenda Efrîn a Civakî îro di salvegera 7'an a dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek li bajarê Qamişlo da û got, Divê desthilata nû ya Şamê rê nede ku Tirkiyê armancên xwe yên dagirkeriyê fereh bike û herêmên dagirkirî rizgar bike.
Saziyên Rêveberiya Xweser û Partiyên Siyasî yên li herêmê bi daxuyaniyên cuda komkujiya ku dagirkeriya tirk li gundê berxbotan ê kobanê pêk anî şermezar kirin.
Koçberên Efrînî yên ku li bendava Tişrînê çalakiya nobetê digirin di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek dan û soza vegera li Efrînê nû kirin.
Endamê Meclîsa Giştî ya Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîm Heftaro di 7'mîn salvegera dagirkirina Efrîn de, bang li desthilata şamê kir ku bi erka xwe rabe û xalên peyama ku bi fermandarê QSD'ê Mazlûm Ebdî re îmze kiriye pêk bîne.