NÛÇE
Welatiyên bajarê kobanê ji bo amadekariyên cejna Remezanê bi coş berê xwe didin bazarên bajêr û li gorî derfetên xwe amadekariyên xwe dikin.
Hevserokê mala êzdiyan a bajarê Helebê Menan Cafer têkildarî banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî axivî û got, ew weke êzidî perspektîfên rêber APO ji bo xwe weke hêz û baweriyê dibînin.
Xwendekarên dibistanên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, komkujiya gundê Berxbotanê şermezar kirin û banga parastina mafên zarokan kirin.
Yekitiya Rewşenbîrên kantona Cizîrê di salvegera 23'yemîn a koça dawîn a helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj de, şevbuhêrkeke hunerî li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Hevseroka gerînendeya têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed têkldarî Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava ji Rojava Tv re nirxandin kir.
Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava bi beşdariya 300 delgeyî ji jinên partiyên siyasî, rewşenbîr,û rojnamevan her wiha jinên ji Heleb û Şamê li Parka Azadî yê bajarê Qamişlo hat lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî, paneleke diyalogê bi navê "Nasnameya Kurdî Di reşnivîsa Destûra Sûrî de " li bajarê Qamişlo li dar xist.
Xelkên bajarê Reqayê ji bo pêşwazîkirina cejna Remezanê, dadikevin bazarê û kelûpelên cejnê dikirin.
Hevserokê meclisa giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo derbarê Newroza îsal de ji Rojava Tv re nirxandin kir.
Yekemîn Konferansa Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi beşdariya nêzî 300 jinan li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.
BÊRÎVAN QASIM- NÛÇEGHAN- QAMIŞLO
Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Qamişlo, bi armanca danasîna ola Êzidiyatiyê û koka wê, semînerek li dar xist.
Yekîtiya Ragihandina Azad ji bo hunermendê sûrî Semîh Şiqêr civîneke çapemeniyê li Qamişlo li dar xist.
Komeleya Mahabadê ya Kurdî li Nerwêcê agirê Newrozê geş kir û cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kir.
Sekreterê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed derbarê lidarxistina kongreya netewî ya kurdî û amadekariyên wê de taybet li gel rojava tv axivî.
Endamê desteya hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl ku beşdarî newroza bajarê dêrikê bibû taybet li gel Rojava Tv cejna newrozê pîroz kir û tekez kir ku newroz ne tenê ji bo gelê kurd e lê belê cejna tevahî sûriyan e.
Aldar Xelîl got divê bi rihê newrozê em sûriya nû avabikin ku têde mafê tevahî pêkhateyan parastî be.
li bajarê dêrikê jî newroz bi coş li qada Şehîd Çîçek hate pîrozkirin û beşdarên newroza dêrikê gotin, newroza îsal bi tevlîbûna tevahî beşên civak û aliyên siyasî cudabû û rengekî din li şahiyê zêde kir.
li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê Newroza sala 2025an bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
Welatiyên Amûdê, Hesekê û Dirbêsiyê jî bi kêf û şahiyên cuda newroza sala 2025an pîroz kirin û tekez kirin ku ew ê banga aştiyê pêk bînin.
Bi sedan ji şêniyên Reqayê jî cejna Newrozê pîroz kirin û tekez kirin ku cejna Newrozê dê bibe sedema berbelavkirina aştiyê.
Cîgirê hevserokatiya Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer di Newroza Kobanê de axivî û got, bi bangawaziya Rêber APO em ê pêşengtiyê ji Rojhilata Navîn re bikin.