NÛÇE
Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Kongra star a bajarê Helebê dar çandin.
4'ê nîsana an ku sibe rojbûna rêber Abdullah Ocalan e.
rêber APO ji sala 1949’an heta roja me ya îro ji bo azadiya gel û jinan fikr û felsefeyek ku bûye nemûneyek ji bo tevahî azadîxwazên cîhanê pêşkêşkiriye û herî dawî 27'ê sibatê jî banga aştî û civaka demokratîk kiriye.
Hevserokê Desteya Çandê ya kantona Cizîrê Ilyas Sîdo û hunermend danîş botan, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin û diyar kirin ku bi rojbûna Rêber Apo re, gelê Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Kurd ji zilm û bindestiyê xelas bûn.
Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmeke bi heybet, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ''Mihemed Mistefa'' û endamê QSD'ê ''Ibrahîm Ibrahîm'' ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, oxir kirin.
Meclisên Malbatên Şehîdan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda xerabkirin û wêrankirina goristanên Şehîdan ên li bajarê Minbic û Şehbayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin.
Hunermendên kantona Cizîrê 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo li hemû gelê azadîxwaz pîroz kirin û anîn ziman ku jidayikbûna rêber APO, ji bo gelê kurd ku hatibû jibîrikirin û windakirin, ronahiyek bû.
Her wiha gotin: " Divê em wek hunermend xwedî li rêber APO derkevin û heta azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin.''
têkildarî roja 4'ê Nîsanê Roja rojbûna rêber Apo û damezirandina yekîneyên parastina jin berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemned ji ROJAVA TV re nirxandin kir.
Rûksen Mihemned da xuyakirin ku rojbûna rêber Apo ji bo jinan rojana vejîn û jiyaneke nû ye.
Rûksen Mihemned got: '' 4'ê Nîsanê dîroka rasteqîn ya cîhanê Aşkere kir''.
têkildarî yekrêziya navmala Kurdî jî Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Xerîb Hiso ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku tu nakokî di navbera partiyan de neman.
Xerîb Hiso da zanîn ku komîteya amadekar dê piştî cejnê lihev kom bibe û dê rojekê ji bo lidarxistina kongireyê diyar bike.
Yekîtiya Suryan û Partiya Aşûr a demokratîk îro bi hevkariya Rêxistina Aşûrî ya demokratîk ji bo pîrozkirina cejna Akîto şahiyek li gundê Til Elwerdîyet a Til temrê li darxistin.
MECLÎSA ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ PEYMANEK BI DESTHILATA ŞAMÊ RE ÎMZE KIR
HÊVÎN SILÊMAN - HEVSEROKA MECLÎSA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ
Yekîtiya Suryan îro bi boneya cejna Ekîto, sersala Babilî û Aşûrî li gundê Gir Şîran yê girêdayî bajarê Tirbesbeyê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de cejina Ekîto hat pîrozkirin û behsa pirrengî û demokrasiya li herêmê hat kirin.
Koçberên efrînî ji rojava tv re axivîn û gotin 7 salin ew dûrî axa xwe cejna remezanê û hemû cejnên xwe dûrî efrînê pîroz dikin,koçberan gotin ji ber dûrbûna ji efrînê em bi wateya cejnê nahesin.
Li Hesekê jî zarokên bajêr bi berbangê rojê re û heta danê nîvro li kolana digeriyan û şekir didan hev.
Şêniyên bajarê Hesekê bi coşeke mezin cejna Remezanê pîroz kirin.
Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, êdî cejin bûye weke dab û nerîtekê welatî destpêkê berê xwe didin cihê herî pîroz, anku berê xwe didin goristanên nemiran û cejna gîyanên wan ên pak û zindî pîroz dikin.
Hevsrokê PYD'ê Xerîb Hiso jî bi rêya Rojava TV peyama xwe ya pîrozbahiya cejnê belav kir û got, em hêvî dikin cejn bibe sedema tifaq û yekîtiya neteweyî.
Xelkên Reqayê jî bi heman awayî serdana goristana Şehîdan kirin û cejna remezanê pîroz kirin.
Em bi hev re li coşa xelkê Reqayê binerin.
Xelkên Kobanê jî berê xwe dan bintarên Miştenûrê, serdana goristana Şehîd Dîcle kirin û cejn pîroz kirin.
Bi Boneya Cejna Remezanê, şêniyên bajarê Tirbepiyê bi girseyeke mezin berê xwe dan goristana Şehîdan û cejna şehîdên xwe berî her kesî pîroz kirin.
Li Hesekê gel bi berbanga rojê re ber xwe dan goristana şehîdan û silava yekem ya cejnê li gîyanê wan ya paqij kirin.
Welatiyên Amûdê jî ref bi ref berê xwe dan goristana Şehîd Îsmaîl û cejna Remezanê bi coeşek mezin pîroz kirin.