NÛÇE
Yekîtiya Ragihandina Azad îro bi şahiyekê salvegera 127’emîn a Roja rojnemegeriya Kurdî pîroz kir û xelata şehîd “Mazlûm Begok” ya kedê û spasname li ser şopandina heqîqetê pêşkêşî dezgehên ragihandinê di nav de Rojava Tv, kir.
Tevgera Ciwanên Ermen a Demokratîk îro bi daxuyaniyekê salvegera 110'an a komkujiya Ermeniyan ku di sala 1915’an de ji aliyê osmaniyan ve pêk hat, bi bîr anî.
Hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Parêzer Mihemed Emîn Ne'îmî derbarê bêparhiştina rêber Apo ji mafê hêviyê axivî û got, mafê hêviyê mafekî rewa ye lê dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike û rêber apo ji mafê hêviyê dûr dixe.
bi dirûşmeya " Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye", îro bi sedan xelkên kantona cizîrê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêbertî kirin.
beşdarên meşê gotin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya tevahî gerdûnê ye.
عائلة نازحة من الحجازية بريف الرقة مؤلفة من سبعة أشخاص يقيمون في مخيم مهجري تل أبيض يروون قصتهم لبرنامج عائدون ويتأملون العودة لديارهم
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ'ê û QSD'ê roja 18’ê vê mehê li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê dan destpêkirin.
127 salên berê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê rojnameya Kurdistanê hate çapkirin.
Di salvegera roja rojnamegeriya kurdî de rojnamevanên herêmê anîn ziman ku 22'ê Nîsanê bû sitûn û bingeheke sereke ji ragihandina kurdî re.
Beriya du rojan xelkên herêmê û bêyî ragihandina ti biryareke fermî ji aliyên têkildar, mazota serbest bi 6 hezar û 200 lîreyên sûrî dagirtin.
Nivîsgeha Ciwanên PYD’ê ya Helebê, ragihand ku ew li taxa Eşrefiyê, lîstikgeheke nû ya bi navê "Lîstikgeha Berxwedanê" ava dike.
Nivîsgeha Ciwanên PYD'ê destnîşan kir ku tevî kêmbûna derfetan jî, lê ew bi biryar in ku vê gavê bi ser bixin.
Ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê îro careke din karwanekî gel ji bo ku beşdarî çalakiya nobetê bibe, bi coş berê xwe dan bendava Tişrîn.
Operasyona ewlehiyê ya hêzên ewlekariya hundirîn li kampa Holê di roja 4’an de li beşên duyemîn û 4'emîn dewam dike û li gorî nûçegihana ROJAVA TV li her du beşan 20 çete hatine girtin.
Nivîsgeha Ciwanên PYD’ê ya Helebê, ragihand ku ew li taxa Eşrefiyê, lîstikgeheke nû ya bi navê "Lîstikgeha Berxwedanê" ava dike.
Rêveber û Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ên bajarê Qamişlo têkildarî berxwedana gel û şervanan a li bendava Tişrînê axivîn û destnîşan kirin, li bendava Tişrînê vîna gel bi serkeft û planên dewleta Tirk pûç bûn.
Desteya Çandinî û Sewaldariyê 15 rojin dest bi projeya çandina 40 hezar darên zeytûnan li Kantona Cizîrê kiriye.
derbarê projeyê û armancên wê Dijwar Mihemed Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewaldariyê ya bajarê Qamişlo ji Rojava TV re hûrguliyan parve kirin.
Ji bo parastina Çanda herêmê û pêşxistina çanda fêrkirina amûrên muzîkê, hunermend Mihemed Hemdelis kargeheke çêkirina amûrên mûzîkê li Reqayê vekiriye.
22’yê Nîsanê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, derbarê mijarê de rojnamevanên ji bajarê Kobanê axivîn û Roja Rojnamegeriya Kurdî li her kesî pîroz kirin û gotin, Gelê kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe ragihandina kurdî parast.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di roja sêyemîn a operasyona ewlehiyê ya li kampa Holê de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin, her wiha çekeke kalaşinkov, rextek û hejmarek mermî jî hatin desteserkirin.
Li bajarê Qamişlo îro bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoskan pîrozbahî li dêran hatin lidarxistin.
Di roja sêyemîn a Operasayona ewlehiyê ya li kampa Holê û derdora wê de 4 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin.
Werşeyên Şaredariya Gel a Kantona Reqayê di çarçoveya xebatên xwe yên xizmetguzariyê de,torên kanalîsazyonê yên taxa El-Qîtar sererast dike.