NÛÇE
Hunermend Aycan Kobanê ji destpêka berxwedana Bendava Tişrînê ve li bendavê ye û bi stranên xwe moralê dide nobetdaran.
Di beşekî din de Zeyneb Murad got, divê hemû aliyên Kurdistanî ji bo lidarxistina kongreya giştî ya li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê gavan biavêjin.
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad ji Rojava TV ra ragihand, konferansa yekrêziyê ya li Rojavayê Kurdistanê rê li pêşiya qonaxeke nû vekir.
Her wiha da zanîn, kurd bi stratejî û plansaziyeke yekgirtî dikarin gelek guhertinan pêk bînin.
Yekîtiya Kedkaran bi boneya hatina 1'ê Gulanê roja Kedkaran a Cîhanî, li Reqayê gerên meydanî ji bo kedkaran li dar xist.
Şaredariya Gel a kantona Reqayê dest bi çaksazkirina rêyên xirabe û çandina daran kir.
Şaredariyê dest bi çaksazkirina rêya di navbera Fakulteya wêje û kolana Saqiya de kiriye.
dê şaredariya gel daran biçîne û ronahiyên kolanan jî çaksaz bike.
Armanca projeyê çaksazkirina binesaziya kantonê û belavkirina çanda paqijiyê ye.
Şandeya Dem Partiyê ku ev serê çend rojan e li Rojavayê Kurdistanê ye, îro serdana PYD, Şaredariya Qamişlo, Mala Êzidiyan û ENKS'ê kir.
Hevseroka Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Murad û hejmarek Endamên Desteya Rêveber a KNK ya Rojavayê Kurdistanê, serdana çend saziyên Rêveberiya Xweser, lêkolîn û Kongra Star kir.
NÊZÎKA 4 MEHAN E WELATIYÊN HERÊMÊ LI BENDAVA TIŞRÎNÊ LI BER XWE DIDIN
NÊVÎN ÎBRAHÎM- NÛÇEGIHAN- BENDAVA TIŞRÎNÊ
Yek ji koçberên Girê Spî "Ayid El-Ebid" ku li ser bedena bendava Tişrînê nobetdariyê dike, banga azadiya fizîkî ya Rêber APO kir.
Hevserokê giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk DBP'ê Keskîn Bayindir ji Rojava TV re ragihand ku, ji bo banga aştî û civaka Demokratîk bi ser bikeve, divê dewleta Tirk ji bo qebûlkirina mafên gelê Kurd guhertinên yasayî pêk bîne.
Şandeyeke Rêxistina Free Burma Rangers ji bo şopandina rewşa Bendava Tişrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk zirareke mezin dîtiye, îro serdana Bendavê kir.
Nûçegihana me Nêvîn Îbrahîm ku li bendavê ye, zanyariyên zêdetir dide.
nêzî 4 mehan e berxwedana gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li ser Bendava Tişrînê dewam dike.
welatiyê bi navê Mihemed Ebdelah Îsa yê bi temen 85 salî ku ji gundê xwe koçber bûye û niha li kampa Til El Semin dimîne, cara duyemîn e ku berê xwe dide Bendava Tişrînê û nobetê li wir digire.
Mihemed Ebdelah Îsa bi dengê xwe yê xweş û stranên gelêrî tê nasîn û bi gotina stranan li ser bendanê moralekî ji bo berxwedêran çêdike.
em bi hev re li helwest û dengê Mihemed Ebdelah Îsa temaşe bikin.
Endamê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Welîd Hebeş derbarê konfransa yekrêziya kurdî de got: ''Em vê roja dîrokî ku bi dehên salan gelê kurd li bendê bû, bi saya kedên şehîdan hat li darxistin, li tevahiya gelê kurd û rêber Abdullah Ocelan pîroz dikin.
Welîd Hebeş destnîşan kir ku di vê pêvajoya hestyar de yekîtiya kurdî kurdî pêwîst bû.
KONFERANSA YEKRÊZÎ Û YEKHELWESTA KURDÎ YA ROJAVA BI AWAYEKÎ SERKEFTÎ DERBAS BÛ
CIWAN SIKO- SEKRETERÊ PARTÎ DEMOKRATÎ KURDISTAN - SÛRIYA- TIRBESPIYÊ
SEMÎRA HAC ELÎ- HEVSEROKA DESTEYA PERWERDEYÊ YA RÊVEBERIYA XWESER- REQA
Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 76 malbatên koçber ên ji herêmê ku li kampa holê bi cih dibûn; vegerandin cihê wan.
Nobetdarên li bendava Tişrînê piştigiriya xwe bi hêza xwe re nîşan dan û gotin, dewleta Tirk û çeteyên wê çiqas komkujiyî û qirkirinan li ser wan bînin, lê ew ê her dem li ber xwe bidin.
welatiyên bajarê Qamişlo û koçberên Efrînî serkeftina konferansa Kurdî pîroz kirin û gotin di vê qonaxa hestiyar de yeknêrîn û yekhelwestên kurdî serkeftineke mezine.
Endamên şandeya DEM PARTIYÊ ya ku hatiyê Rojavayê Kurdistanê ji ROJAVA TV re diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna aştî û çareseriyê, bi sazî, partî, aliyên siyasî û civakî re hevdîtinan bikin.
ENDAMÊN DEM PARTÎ: JI BO AŞTIYÊ EM Ê DI NAVA TEVGERÊ DE BIN
Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê Leyla Qerehman da xuyakirin ku gelê Kurd bi salan e berxwedan û tekoşîneke bê hempa dan meşandin û ev konferans berhaema wê berxwedanê ye.