NÛÇE
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Rizgar Zagros oxir kirin.
Beriya çend rojan Rêveberiya Xweser ji bo parastina mewsimê çandiniyê civînek li dar xist û komîteya rewşên awarte ava kir.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya kantona Cizîrê Mihemed El-Berak da zanîn ku armanca wan ji vê komîteyê rêlibergirtina şewata zeviyan e.
Birîndarekî Bendava Tişrînê yê bi navê Cûdî Qamişlo dibêje, em ji bo Kurdistaneke azad şer dikin.
Her wiha diyar dike ku, wan heta serkeftinê li Bendavê li ber xwe dan.
احتفَلَت مدينةُ قامشلو مساءَ أمس، كغيرِها من مُدنِ إقليمِ شَمالِ وشرقِ سوريا بانتصارِ مقاومةِ سدِّ تشرين، وسطَ تأكيدِ الأهالي على مواصلةِ المقاومة وحمايةِ المُكتسباتِ التي تحقَّقَت بفَضلِ تَضحياتِ الشهداء.
EDALET OMER- SEROKA DESTEYA JIN A RÊVEBERIYA XWESER- REQA
GELÊ HERÊMÊ BI ŞAHIYAN SERKEFTINA BERXWEDANA BENDAVA TIŞRÎNÊ PÎROZ DIKIN
BÊRÎVAN QASIM- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Koma Hunerê ya Hoza Gabara, pêncemîn salvegera koçkirina hunermendê Kurd Seîd Gabarî bi şevbûhêrkeke muzîkê bi bîr anî.
Li bajarê Reqayê, perwerdeyeke hêzên Erka xweparatinê bi merasîmekê hate vekirin.
Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şehîd Berxwedan Efrîn li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Nexweşxaneya Miştenûrê ya li bajarê Kobanê ku di sala 2023`yan de ji aliyê Tirkiyê ve hatibû hedefgirtin, îro beşên testa laşmanya û şûştina gurçikan vekir.
Endama koordînasyona jin a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm ji Rojava TV re ragihand ku berxwedana şehîdan, gel û şervanan ya li Bendava Tişrînê bi ser ket.
Me hinek dîmenên dema ku şandeya Rêveberiya Xweser derbasî Bendava Tişrînê dibe, ji we re amade kirine, em bi hev re lê temaşe bikin.
ji bo sererastkirina riyên kolanê taxa cûdî ya bajarê dêrikê û dûrxistina xaneyên sewalan şaredariya gel a bajarê dêrikê û komîna taxê dest bi projeyekê kirine.
Armanca pirojeyê jî sererastkirina riyên taxên bajêr û ji nûve avakirinê ye..
şaredariya bajarê Dêrikê dibêje ku piştî bidawîkirina pirojeyê, her kes dikare ruxsetê werbigire û dest bi avakirinê bike.
Konger star a bajarê Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xist.
Şandeyeke ji nûnerên Vatîkanê serdana Gerînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Înîstiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê û Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê kir.
ŞEHÎDÊ AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ SIRRI SUREYYA ONDER JIYANEKE TIJÎ TÊKOŞÎN LI DÛ XWE HÊLA
SÎNAN ÇÎFTYUREK - PARLAMENTERÊ DEM PARTIYÊ - BAKUR
Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, çaremîn Hefteya Wêjeyê ku tê de kesayetiyên navdar ji hundirê Sûriyeyê jî beşdar dibin, li bajarê Hesekê da destpêkirin.
Rojava TV atmosfera roja yekem ya çalakiyê şopand û ev rapor amade kir.
Kongra Star û Yekîtiya parêzeran, bi daxuyaniyê cûda komkujiyên li dijî pêkhateyên Durzî û Elewî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de bang li civaka navnetewî hate kirin ku bi lez destwerdanê bikin û komkujiyan bidin rawestandin
Hevserokê Şaredariya Qamişlo Stêfo Mesûd di hevpeyvîneke taybet ligel Rojava TV de, behsa zirarên ku ji ber bahozê li çavkaniyên jiyanî çêbûne, kir.
Stêfo piştrast kir ku zirar demkî ye û hemû pirsgirêk dê di demeke nêzîk de werin çareserkirin.
Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî û got, em ê şopa nemir Onder bighînin serkeftinê.