NÛÇE
Rêxistina Mafê Mirovan a sûriyê, parêzer û Hiqûqnas ji bo roja Aştiyê ya cîhanê li pêşiya avahiya NY'ê ya li bajarê Qamişlo li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê banga pêkanîna aştiyê kirin.
Partiya sûriya pêşerojê li helebê komxebatek derbarê "Nenavendîbûn û fedraliyê" ji bo şîrovekirina pêşeroja sûriyê li dar xist.
Meclîsa Ciwanan ya Bajarê Helebê di bin dirûşmeya "Bi sosyalîzmê em edaletê bi dest bixin û bi azadiyê em rûmetê biparêzin" Komxebatek li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê li dar xist.
Konferansa "Hevgirtina Jinan Bingeha Avakirina Edalet û Demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di çarçoveya kampanyaya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi riya daxuyaniykê kampanyeke belavkirina broşûran dan destpêkirin.
Partiya Yekîtiya Demokrat PYD'ê li Reqayê bi daxuyaniyekê êrîşên komên çekdar yên li ser gundewarê Dêr Hafirê şermezar kir.
Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî li Reqayê Evîn El Elî derbarê perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku parastina mîras û kevneşopiya civakê ji xwedîderketina li zimanê dayikê dest pê dike.
Înîsiyatîfa Sûrî ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocelan û Înîsiyatîfa Parêzerên Sûrî ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocelan, daxuyaniyek ji raya giştî parve kirin û tê de encamên kampaniya "Ez dixwazim rêber Abdullah Ocelan bibînim" aşkere kirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê bi boneya salvegera damezirandina xwe li seranserî herêmê şahiyên girseyî li dar xist.
Pyd'ê Bi Boneya Salvegera Damezirandina Xwe Ya 22'yemîn Şahiyekê Li Dar Dixe
Bêrîvan Qasim - Nûçegihan- Qamişlo
Duyemîn Festîvala Cizîrê ya Pêşbirka Hespên Erebî yên resen li gundê Girkê Xelo yê girêdayî bajarokê Çilaxa ya li Kantona Cizîrê hat lidarxistin.
Şaredariya Gel a Bajarê Reqayê di nava pirojeyên xwe yên 2025'an de dest bi nûjenkirina torên kanalîzasyonan yên li gundê Kesrat Efnan li Başûrê Reqayê kir.
Rêveberiya Giştî ya Gumrikê bi merasîmekê dewreya perwerdeyê ya 35 endamên gumrikê bi dawî kir, Dewre li ser navê Şehîd Nûreddîn Sofî li Akademiya Şehîd Halim a li Reqayê hat lidarxstin.
Li Helebê şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Karker Mezlûm bi merasîmeke xiyabî hat bibîranîn.
Yekitiya 24 Eşîrên Hevêrka bi civîneke berfireh li Hesekê bi beşdariyeke berfireh ji şêx û rûspiyên eşîran, avakirina meclisa xwe ragihand.
Meclisê tekezî li ser xurtkirina yekîtî û pirrengiya olî di navbera 24 eşîran de û xebata bi hev re ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan û parastina civakê kir.
Salvegera 22'emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê li kantona Reqayê bi şahiyekê hat pîroz kirin.
Navenda Çand û Hunera Cemîl Horo ya bajarê Helebê, bi çalekiyekê hunerî, biliblê Çiyayê Kurmênc hunermend "Cemîl Horo" di salvegera koçkirina wî ya 36'an de, bi bîr anî.
Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber bûyerê xwekujiyê, komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê, xwendekarên dibistana navîn û amadehî yên serkeftî, bi şahiyekê li kantona Reqayê xelat kirin.
Bi dirûşmeya "Navendîbûn û rola jin di avakirina Sûriya nû de" Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê bi hemahengiya Meclisa jin a MSD'ê panelek der barê rola jin di destûra nû ya Sûriyê de li dar xist .