NÛÇE
Şandeyek ji endamên Yekîtiya Parêzerên Kurd ên Li Almanyayê ku gera xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, serdana Rojava TV kir û li gel rêvberiya Televizyonê civiya.
Li taxa Benî Zêd a di bin rêveberiya Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de, civînek ji welatî û endamên komînên taxê re pêk hat û tê de rewşa siyasî, xebata komînan û rola wan hat nîqaşkirin.
Bi hezaran jinên ji kantona Cizîrê bi çalakiyên cûda li Qamişlo û Hesekê ji Rêber Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî xwest.
Zanîngeha El Şerq ji bo derçûna 129 xwendelarên fakulte û beşên cuda şahiyek li avahiya zanîngehê ya Reqayê li dar xist.
Endamê Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD'ê Aldar Xelîl têkildarê rewşa sûriyê û geşedanên heyî axivî û nirxandin kir.
Navenda giştî ya pembû ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi belavkirina fatoreyên cotkaran kir.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî dan malbatên şehîd Nûjan Gabar, Întîqam Qendîl û Dijwar Nûrhaq.
Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Kobanê, çalakiyeke çandina daran li Muzexaneya bajarê Kobanê li dar xist.
Meclîsa bajarê Kobanê ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê û geşedanên herî dawiyê civînek ji gel re li dar xist.
Firneya Heyat ya li bajarê Kobanê ku xebatkarên wê bi temamî jin in, rojane 5 hezar torbeyên nan amade dike.
Festîvala duyemîn a çanda neteweya demokratîk îro di bin dirûşmeya Bi pirrengiya çandên me em ê Sûriyeke demokratîk ava bikin, li bajarê Amûdê hate lidarxistin.
Hevseroka PYD'ê Perwîn Yûsif di konferansa Komînên kantona Cizîrê de ji ROJAVA TV re da xuyakirin ku pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka kirîza Sûriyê û guhertinên ku çêbûn xwe bi awayekî birêxistinkirî birêve birin.
Têkoşer Hisên Xelîl ku 30 salan di girtîgehên dewleta Tirk de ma, îro li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin.
Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Kobanê, der barê bêdadiya doza keça kurd Rojîn Kabaîş a ji Wanê daxuyaniyek da û biryar red kir.
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, 2 Şehîdên Bendava Tişrînê "Nûcan Gabar û Intîqam Qendîl oxirkirin û şehîdê HPG'ê Dijwar Nûrheq bi bîr anîn.
Di bin dirûşmeya "Bazara Civakî ji bo pêşxistin û Geşepêdana Aborî" yekemîn konferansa Yekîtiya Esnafan a kantona Reqayê hat lidarxistin.
Meclisa Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê rola jinan di nava beşên civakê de û gihştina wê ya di nava asta biryardayînê de bi komxebatekê li Reqayê nîqaş kir.
Rêveberên Ofîsa Perwerdê yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, biryara Tevgera Azadiya Kurdistanê ya vekîşna hêzên xwe nirxandin û bi gava xelasiya Tirkiyê bi nav kirin.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Konferansa Komînên Kantona Cizîrê ya Yekemîn bi dirûşma “Avakirina komînê bingeha civaka demokratîk û azad e” li dar dixe.
Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, ji bo nirxandina kar û xebatên şaredariyê yên 3 mehan, civînek bi beşdariya endamên şaredariyê, komîn û meclisên bajêr li dar xist.