NÛÇE
Endamê
encumena giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Luqman Caro armancên
dewleta Tirk ji nêzîkatiyên bi hikûmeta Şamê re nirxandin.
Desteya
perwerde û fêrkrinê ya herêma Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk û
hedefgirtina zarok û jinan şermezar kir.
Di bin
dirûşmeya Yekitiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan, xwe di şoreşa Rojava
û parastina xaka Rojava de bi rêxistin dike, yekîtiya Jinên Ermen kongreya xwe
ye yekemîn li bajarê Hesekê li dar xist.
Hêzên sûriya demokratîk li dijî sîxurên dewleta tirk
operasyona sondê dewam dike.
Fermandarê
Encumena Leşkerî ya Suryanî Ebcer Dawûd ji Rojava TV re geşedanên dawî yên
kampê Holê nirxandin.
Ji ber
gelek pirsgirêkan piraniya taxên bajarê Qamişlo di tariyê de ne, ev yek jî li
gel xelkên deverê bûye cihê nerazîbûnê.
Li Kobanê desteya perwerdeyê ya herêma Firatê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek organîze kirin.
bi diruşma yekîtiya Jinên Ermen piştî qirkirina 107 salan xwe di şoreşa Rojava û parastina xaka rojava de bi rêxistin dike, yekemîn kongireya jina ermen li hesekê hate li dar xistin..
Berdevka Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbic û Gundewarên wê Nisrîn El Elî hedefgirtina jinan ji aliyê Dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got: armanca dewleta Tirk ji sûcên li dijî jinan, Şkandina vîna wan e..
Ji bo şopandina Rewşa Ewlehî û mirovî Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê doh serdana kampa Holê kir..
Derbarê heman mijara êrîşên
dewleta tirk li ser herêmê Koçberên Efrînê yên ku li navçeya til Rifetê dimînin
ji Rojava Tv re diyar kirin ku Kurd li kîjan cihî be dewleta tirk wir topbaran
dike û gotin: Top û balafirên Erdogan dê berxwedana me neşkîne.
Têkildarî êrîşên li dijî
herêmên bakur û rojhilatê sûriyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a
navçeya Eyn Îsayê Bêrîban Ismaîl da zanîn ku Dewleta tirk a dagirker dê bi
êrîşên xwe nikaribe projeya Rêveberiya xweser têk bibe.
Fermandarê encumena leşkerî
ya Til Temirê Xabûr Akad geşedan û rewşa dawiyê ya Til Temir û gundewên
Xiristiyanan ên qeraxên çemê Xabûrê ji Rojava Tv re nirxandin.
Qonaxa duyemîn a operesyona "Mirovî û Ewlehiyê" ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi piştgiriya YPG/ YPJ, QSD`ê li Kampa Holê hatibû ragihandin, di roja xwe ya 5`emîn de berdewame.
Dewleta
Tirk a dagirker û çeteyên wê bi her cure û awayî şerê gelê herêmên Bakur û
Rojhilatê Sûriyê dike û avê jî wekî çekekê li dijî şêniyên herêmê bi kar tîne.
Derbarê
mijarê de Hevserokê Gerînendya Avê ya Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê axivî
û hişyariya rûdana keraseteke mirovî da.
Berpirsê Buroya Karûbarên Koçber û
Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji ROJAVA TV re da zanîn ku
rêveberiya xweser û hêzên ewlekariya hundirîn di dema operasyona ewlehî û
mirovî selametiya endamên rêxistinên mirovî û niştecihên kampa Holê diparêzin.
Doh
cenazeya şehîd Zuhêr Ebdurehman Mihemed ji aliyê Bi sedan şêniyên herêma Efrînê
ve li Goristana Şehîdan a li navçeya Fafîn hate oxirkirin .
Jinên ji hunirê Sûriyê dibînin ku
herêmên Rêveberiya
Xweser ji bo aramiya wan cihê herî guncaw e.
Ji ber
zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê
Sûriyê û hedefgirtina welatiyan bi rêya balafirên bêmirov, li ser bangewaziya
Kongra Star a Hesekê, niştecihên Kampa Waşûkanî xwepêşandan li dar xistin û
banga rawestandina êrîşên dewleta Tirk kirin.
qonaxa
duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" di roja 4`emîn de li beşê
duyemîn A Kampa Holê di saeetên sibehê de destpêkir .