NÛÇE
Desteya Tendirustiyê û Heyva Sor a Kurd bijîşkên ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû û xizmetên tendirustî pêşkêş kirin, bi çalakiyekê wan xelatkirin.
Di nîşandana rihê şerê gelê şoreşgerî de, komek jinên bajarê Hesekê, xwarin amade kirin û ji şervanên li eniyên şer re şandin.
Şêniyên bajarê Kobanê ji bo piştigiriya şervanên çeperên şer û şervanên ku nobetdariyê li bajêr dikin, çalakiyek li dar xistin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û saziyên sivîl, bi armanca piştgirî û sivikirina êşên malbatên koçber ên ji Efrîn û Şahbayê ku ji ber êrişan li bajarê Qamişlo bi cih bûne, belavkirina alîkariyên mirovî didomînin.
Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê şêxên eşîrên Kurd, Ereb, nûnerên ji hikumeta demkî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Xweser civiyan û mijarên girêdayî vegera welatiyan li gundên xwe nîqaş kirin.
Şandeyek ji rêveberiya bajarê Kobanê ji bo nîqaşkirina rewşa bajêr; çû Helebê.
Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarên Amûdê, Qamişlo û Dêrikê, ji bo oxirkirina cangoriyên azadiyê li goristanên şehîdan merasîmên girseyî li darxistin.
Desteya Enerjiyê ya Kantona Firatê daxuyaniyek der barê qutkirina kehrebeyê li ser bajarê Kobanê, da.
Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo piştigiriya şervanên çeperên şer û şervanên ku nobetdariyê li bajêr dikin, çalakî li dar xistin.
Wekî beşek ji înîsiyatîfên piştgiriya koçberan, koma mûzîkê "Murad Saz" bi hemahengiya Navenda Kulturvan a Çandî, îro şahiyek ji bo zarokên ku ji bajarên Reqa û Tebqayê koçberî bajarê Amûdê bûne, li dar xist.
Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina dorpêça li ser wan û parastina destkeftiyên şoreşê, meşek girsayî li dar xistin.
Şehîdê ji Kerkukê "Ehmed Hêmen Umer" ku li Rojavayê Kurdistanê şehîd bibû, li Skotlandayê bi merasîmekê hat bi bîranîn.
Di çarçoveya parastina bajarên xwe de, ciwan û gelê Rojava bi îrade û hêzeke bêhempa nobedariyên xwe berdewam dikin.
GELÊ KURD JI BO BERXWEDANA ROJAVA LI SER PIYA NE
LEWEND HISÊN - ROJNAMEVAN - ALMANIYA
NERÎMAN EHMED - PARÊZER BAŞÛR
Saziya Avê ya Kobanê; der barê qutbûna ava li nav bajêr daxuyaniyek ji raya giştî re da.
Yekîtiya Jina Azad a bajarê Kobanê çalakiya hunandina Keziyan li Qada Jina Azad a Kobanê li dar xist.
Biryara Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê ya qedexeya derketina derve, ji aliyê welatiyên Qamişlo ve hate pêkanîn û hemû dikan û dezgeh hatin girtin.
ŞANDEYA WEZARETA HUDIRÎN A HIKÛMETA DEMKÎ GIHÎŞT HESEKÊ
MIHEMED BADILÎ - ROJNAMEVANM - HESEKÊ
Di çarçoveya lihevkirina 30`ê Çile ya di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de, şandeyek ji Wezareta Hundirîn a Hikûmetê derbasî bajarê Heseke bû.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya kantona Firatê Ehmed Mehmûd derbarê rewşa sektora tenduristiyê û tunebûna dermanan li Kobanê, axivî.