NÛÇE
CIVAK -TAQÎGEHA GIŞTÎ YA LI HESEKÊ
Partiya Sûriyeya Pêşerojê û encûmena Idlibê, bi navê şehîd Nadiya El-Xeşan turnuveya duyemîn a tekwandoyê li bajarê Minbicê li dar xist.
6`emîn Hevdîtina Tebqa ya Wêjeyî ku bi dirûşma "Aqilmendî, heta beyteke helbestê wê nehewîne, bêhiş dimîne" hatibû lidarxistin, duh bi xelatkirina beşdarên ji seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.
îro Desteya Kar û Barên Civakî bi hevkariya Komîna Wênesaziyê ya kantona Efrînê tabloya berxwedana efrînê ya 58 metreyan li hesekê
Encumena Jinên Sûriyê, îro bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Tirk ên kuştin û revandina jinan li Efrînê şermezar kir.
Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê, îro xwepêşandanek li Reqayê li dar xistin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di demeke nêzîk de dest bi proseya dadgehkirina çeteyên DAIŞ'ê bike.
DI KOMXEBATÊ DE GELEK MIJARÊN GIRÎNG HATIN NÎQAŞKIRIN
Doh di bin dirûşmeya "Êzidatî nasname, çand, dîrok û berxwedanî ye" Yekîtiya Êzidiyan a Efrîn û Şehba konferansa xwe ya 5'emîn lidarxist.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 3 şehîdên ku di 10'ê Hezîranê de di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.
شيَّعَ، أهالي عفرينَ والشهباء جثامينَ ثلاثةِ مقاتلين في وحداتِ حمايةِ الشعب، استُشهِدوا في الـعاشر من حزيرانَ الجاري نتيجةَ استهدافِهِم من قِبلِ مسيرةٍ تابعةٍ للاحتلالِ التركي، إلى مثواهُم الأخير في مزارِ شهداءِ مقاومةِ العصر.
Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê îro ji bo nîqaşkirina rola jinan di qada siyasî de, li Reqayê semînerek li darxist.
hemwextî dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê, di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe zêde kirine..
Ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan jinên ciwan yên bakur û rojhilatê Sûriyê ji Rojava TV re axivîn.
MIHEMED MISTEFA- ROJNAMEVAN- KOBANÊ
Doh Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Kantona Şehba bi hevkariya KomÎna wênesaziyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Efrîn-Şehba tabloyeke hunerî ya 58 Mitire bi hejmara rojên berxwedana Serdemê ya li hermberî dewleta Tirk a dagirker pêşkêş kir.
Ev demeke rêxistinên mirovî alîkariyên xwe li ser neştecihên kampa El-Mehmûdlî rawestandiye.
Koçberên kampa El-Mehmûdlî dimînin ji RojavaTV re dan xuyanîkirin ku piştî rêxistinên mirovî piştgiriya xwe ya mirovî ji kampê re rawestandin rewşa malbatên niştecihên kampê ne baş bûye.
her wiha Hevserokê Komîteya Karûbarên Civakî û Kar Ya Encumena Sivîl a Tebqayê Mehmûd El-Îsa hişyariya rûdana karesetên mirovî da.
Koçberên Efrînî yên di Kampên Knatona Şehbayê de bi cih bûne ji ber êrîşên dewleta Tirk û Dorpêça Hikumeta Şamê rastî zehmetiyan tên.
Koçberan gotin ku Dorpêç êşên wan girantir dike.
Desteya jin a Rêveberiya Xweser û Encumna Dada Civakî îro ji bo nîqaşkirina zagona malbatê, civînek ji jinan re li bajarê Reqayê lidarxist.
Doh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, erebeyeke Yekîneyên Parastina Gel YPG li navçeya Ehdas ya Şehbayê bombebaran kir.