NÛÇE
Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo vê sibehê bi destpêşxeriyekê zêdetirî 40 sîtrên avê şandin kantona Hesekê.
Bi boneya 11'emîn salvegera şoreşa 19'ê tîrmehê îro encûmena jin a PYD'ê panelek li bajarê Kobanê li dar xist.
EVÎN PAŞO- SEROKA DESTEYA JIN A HERÊMA CIZÎRÊ
XORŞÎD OSO - HEVSEROKÊ GERÎNENDEYA AVÊ YA KANTONA QAMIŞLO
bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Encumena Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Efrîn û Şehba panelek bi dirûşmeya “bi rihê jinên berxwedêr û vîna gelên şoreşger em ê asta şoreşa 19’ê Tîrmehê bilind bikin” li Kampa Serdem lidarxist.
Partiya yekîtiya demokrat PYD’ê doh li hesekê ji bo salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê forumek lidarxist û saziyên xwedî rol di damezrandina rêveberiya xweser de xelat kir
Endama koordînasiyona kongra star Nadiya Hiso diyar kir ku şoreşa 19'ê Tîrmehê bi şoreşa gelan de hate naskirin û rola jinê di civakê de diyar kir.
Yek ji armancên şoreşa 19'ê Tîrmehê azadiya jinê û vejandina rola wê di dayîna biryaran, xweparastin û avakirina civakek azade bû.
Bi nêzbûna salvegera 11'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê Hevseroka Encumena Cîbcîkar a Minbicê Nezîfa Xelo ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku şorşa 19'ê Tîrmehê di hemû astan de bi ser ket.
Bi boneya 11'emÎn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Hevseroka Encumena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji RojavaTV re axivî û got, Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi saya têkoşîn û berxwedana gelê herêmê 11 salan li pey xwe dihêle.
Berdevka Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan Sewsen Şoman têkildarî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ji ANHA'yê re axivî.
Rêveberên Reqa dibêjin, bi saya hevgirtina gelê herêmê û Rêveberiya Xweser destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê hatin parastin.
Li aliyekî din jî, Hevserokê Encumena cîbicîkar ya herema Firatê Mihemed Şahîn ji Rojava Tv re axivî û diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa civakê ye û li ser bingeha civakeke bi rêxistinkirî pêk hat .
Partiya Yekîtiya Demokratîk têkildarî salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê di bin dirûşmeya "19'ê Tîrmehê: Şoreşa jin û gelan û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk" forumek li Hesekê li dar xist. .
SÎHANOK DÎBO - HEVSEROKÊ BUROYA TÊKILIYÊN PYD'Ê
Di şahiya vekirina navendê de zarokan kêfxweşiya xwe bi vekirina vê navendê anîn ziman.
Rêvebera komîteya Şilêr Fîdan Reşîd ji Rojava Tv re diyar kir ku armanca wan ji vekirina vê navendê ew e ku zarokan fêrî muzîk, wênexêzî û Computer bikin.
Bi dirûşma "Bi rihê fedayî yê Hediye, Yusra û Jiyanan em ê şerê gel ê şoreşgerî bikin, tecrîdê bişikînin û serkeftinê mîsoger bikin" Hêzên Parastina Civakî HPC-JIN konferansa xwe ya duyemîn li Hola Serdem a bajarê Hesekê lidar xist.
Endamên Kongra Star ên Efrîn û Şehbayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku Şoreşa Rojava ya ku li tevahiya cîhanê deng veda bi pêşengtiya jinê destpê kir.
Têkildarî 11'emîn salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê Hevserokê Encumena Cibcîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman ji RojavaTV re axivî û salvegera şoreşê li gelê herêmê pîroz kir.
Li bajarê Reqayê Şampiyona Basketbolê ya Jinan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 3 tîman dest pê kir.