NÛÇE
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de ku bi hikumeta demkî re îmze kiriye, ji bajarokê Şiyûx ê li rojavayê Kobanê vekşiya baregehên xwe.
Malbatên dîlgirtiyan û Kongra Star ên bajarên Amûdê û Dirbêsiyê ji bo diyarkirina rewşa zarokên xwe daketin kolanan û çalakî li darxistin.
Di çaçroveya bernameya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, Meclisa Kongra Star a bajarê Kobanê; meşek ji bo piştgiriya YPJ'ê li dar xist û banga parastina statûya wê kir.
Di çarçoveya bicîhanîna bendên peymana 29ˊê Çileyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên hikumeta demkî re li bajarê Çelebiyê yê Kobanê bendên kontrolê yên hevbeş danîn.
Kongra Star a bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê bernameya 8'Adarê li Qada Jina Azad ragihand.
Kongra Star a bajarê Qamişlo û Hesekê bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuayniyên cûda ragihandin.
Di çarçoveya çalakiyên domdar ên ji bo dîlgirtiyan, malbatên dîlgirtiyan xwepêşandanek li çerxereya Rojava ya li bajarê Qamişlo li darxistin û daxuayniyek dan.
Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî û biheybet 6 şehîd YPG'ê li goristana Şehîd Dicle oxir kirin û şehîdek Hêzên Komandos jî bi bîr anî.
Partiya Yekitiya Demokratîk bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, civîneke gel li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist.
Ofîsa Teknîkî ya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, di van rojên borî de dest bi pirojeya nûjenkirina Çarxerêya Zorê kir .
Ofîsa Teknîkî diyar kir ku li gel nûjenkirina çarexereyê, ew ê bi zimanê kurdî navê "Qamişlo" li têketina bajêr deynin.
Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn û Hevseroka Têkiliyên Derve Îlham Ehmed li Parîsê hevdîtinên berfireh bi rayedarên Fransayê re pêk anîn û hin mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê nîqaş kirin.
Desteya Kar û Barên Civakî û Kar a Kantona Firatê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku alîkariya ku digihêje Kobanê, ji ber dorpêça berdewam a ku niha di roja xwe ya 37`an de ye, têra şêniyan nake.
Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdena zarokên xwe li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî çalakî lidar xistin û banga berdana zarên xwe kirin.
Jinan li Hesekê û Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî, piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê da nîşandan.
Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Kobanê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, 66 girtiyên ji pêkhateyên Ereb ên ji Sirîn, Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên ku berê di girtîgeha Eqtana ya bajarê Reqa de bûn û piştre anîbûn girtîgeha Kobanê, radestî Komîteya Şêxên Eşîran ên Sirînê kirin.
Rêvebera giştî ya dibistanên bajarê Kobanê Ezîza Ismayîl derbarê girtina dibistanan li pêş xwendekaran ji Rojava Tv re axivî û nirxandin kir.
Berpirsa Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk "Leyla Ehmed" ji Rojava TV re diyar kir ku dorpêça li ser Kobanê ta roja îro berdewam dike û li nav bajêr kêmasiyek mezin di kel û pelan de heye.
Li Kobanê ku ji 20’ê Çileyê ve ji aliyê komên hikumeta demkî ve dorpêçkirî ye, xurek, derman û şîrê zarokan gelekî kêm bûne.
Zanîngeha Rojava panelek bi navê “Perwerdeya Bi Zimanê Kurdî Mafekî Destûrî ye û Nabe Ku Were Paşguhkirin” li dar xist. Di panelê de hat gotin ku divê ji bo zimanê Kurdî têkoşîna destûrî bê dayîn.
Wêrankirin û dizîna malên Kobaniyan, ku demekê di bin kontrola çeteyên hikûmeta demkî de bûn, bûye dîmenek asayî û dubare.