NÛÇE
6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî bi xelatkirina Koman bi dawî bû.
Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Ayşe Hemelîka û Endama Kongra Star Heyat Birîm yên Katona Şehbayê hevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin û diyar kirin ku PDK'ê ji destpêka xwe ve di hemêza dijmin de xwedî bûye.
Koçberên Efrînî yên li kampa berxwedan bi cih bûne ji Rojava Tv re axivîn.
Hevseroka Encumena bajarê Kobanê Leyla Ehmed û Hevserokatiya Rêvberiya Veguhestinê derbarê êrîşên dewelta Tirk a dagirker li dijî herêmê ji Rojava tv re axivîn û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan ew e ku ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe.
Navenda dermankirina zarokên bi nexweşiya Şekir ya li Reqayê, di pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê de berdewam e.
Tevgera ciwanên şoreşger a herêma Firatê li Kobanê panelek derbarê koçberiya ciwanan û ziyanên wê lidarxist.
Rêveber û endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk yên Hesekê xiyaneta PDK'ê şermezar dikin û dibêjin, PDK'ê li gorî daxwazên dewleta Tirk a dagirker tevdigere.
Her wiha diyar dikin ku welatparêzên Kurd bi destê PDK'ê tên şehîdxistin.
Cenazyê Efserê Hêzên Ewlekariya Hûndirîn şehîd Eymen Çolî û şervanê Erka xwe parastinê şehîd Cumaa Dawud bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.
Jinên Efrînê êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta Tirk bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û şikandina hêza jina, êrîş û kiryarên xwe pêk tîne.
Endamên encumena malbatên şehîdan ya bajarê kobanê derbarê tecrîda li dijî rêber apo ji rojava tv re axivîn û diyar kirin ku armanca dewleta tirk a faşîst ji tecrîdê ew e ku gel û rêber Apo ji hev qut bike
Di çareserkirina nakokiyan de komîteyên lihevanînê yên Reqa xwedî roleke bibandor û mekanîzmayeke zelal in.
Şaredariya Gel a Reqa bi hevkariya desteya Jin a Rêveberiya Xweser ji bo danasîna zagona malbatê, komxebatek li dar xist.
Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Hesekê bi hemahengiya li gel komîn û encumenan, ji destpêka meha Tebaxê ve, mazotê li tax, navçe û gundewarên Hesekê belav dike.
Têkildarî hedefgirtina jinan û pêşengên şoreşê, cîgira seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm dibêje, armanca êrîşan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Her wiha tekez dike ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Hesekê bi hemahengiya li gel komîn û encumenan, ji destpêka meha Tebaxê ve, mazotê li tax, navçe û gundewarên Hesekê belav dike.
Xelkên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê YPG’ê Sîpan Efrîn oxir kirin.
Piştî ku li Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî bi behaneyeke ne rast ji aliyê Dewleta Îranê ve hat îşkencekirin û kuştin, gelek Jînayên din hatin dunyayê.
Her wiha bang li civaka navnetewî kirin ku li hemberî tecrîdê erkên xwe pêk bînin.
LI ŞENGALÊ EREBEYEK HATE HEDEFGIRTIN
ARGÊŞ ŞENGALÎ- ROJNAMEVAN- ŞENGAL
Yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Desteya Ciwan û Werzîşê re , îro li Reqayê komxebatek li ser girîngiya werzîşê lidarxistin.