NÛÇE
Li bajarên Cizîrê, merasîmên pêxistina meşaleya Newrozê di nav atmosfereke cejnê ya geş de berdewam dikin.
Komîteya amadekar a Newrozê li Qamişloyê li Qada Hîmo daxuyaniyek da û bernameya pîrozbahiya Newrozê aşkera kir.
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên Efrînê yên ku li Kobanê dijîn, di salvegera 8`emîn a dagirkirina Efrînê de daketin qadan.
Koçberên Efrînê ku beşdarî xwendina daxuyaniya Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê bûne, salvegera 8'emîn a dagirkirina Efrînê şermezar kirin û hêviya vegera li Efrînê anîn ziman.
Der barê salvegera 8'an a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Meclisa Efrîn û Şehbayê li pêşiya çarxeriya Efrîn a li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da.
Li paytexta Fînlandeyê "Helsînkî" ji ber koçkirina dawî a siyasetmedarê Kurd Salih Muslim merasîmek bîranînê hat lidarxistin.
Li bajarê Qamişloyê ji aliyê Rêveberiya Dibistanan û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve agirê Newrozê hat vêxistin.
Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kobanê agirê cejnê pêxist, û pabendbûna xwe ya ji bo berxwedana li dijî hemû êrîşan piştrast kir.
Hevserokê gerînendeya Sotemeniyê ya bajarê Kobanê Nebo Temo da xuyakirin ku ji ber berdewamiya rewşa dorpêçê ya ku bajarê Kobanê tê re derbas dibe Sotemenî pir kên digihêje bajêr.
Xelkê bajarên Tirbespiyê, Çilaxa û Hesekê yê Cizîrê di nava atmosfêreke kêf û şadiyê, lixwekirina cil û bergên Kurdî de agirê Newrozê vêxistin.
Konferansa Kongra Star ku li Qamişlo hat li darxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû.
Endama Yekîtiya Jinên Êzdî ya Rojava Sûad Hiso, ku beşdarî Konferansa Jinan bûye, ji Rojava TV re li ser girîngiya lidarxistina vê konferansê û pêwîstiya bilindkirina dengê jinên Sûriyeyê bi rêya forumên wiha axivî.
Li Hesekê, Zirgan û Til Temirê ji ber barana zêde nêzî 200 mal zerar dîtin.
OTOBUSEK RÊWIYAN A KOMPANIYA HAVAL A VEGUHESTINÊ RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT
LEZGÎN XELÎL - RÊVEBERÊ CÎBICÎKAR A KOMPANIYA HEVAL
Parêzgarê Hesekê û rêveberên Rêveberiya Xweser a Cizîrê; şandeyeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêşwaz kir û li ser rewşa saziyên avê û enerjiyê gotûbêj kirin.
Xelkên bajarê Kobanê ji bo bîranîna qurbaniyên Helebceyê 5 deqeyên rêzgirtinê sekinîn.
Li paytexta Nêmsa Viyênayê jî, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim bi merasîmekê hat bi bîr anîn.
Meclisa Bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê komkujiya Helebçeyê ku ji aliyê hêzên Iraqê ve li dijî gelê Kurd pêk hatiye şermezar kir.
SIYASETMEDAR SALIH MUSLIM BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ LI KOBANÊ HAT OXIRKIRIN
IVANA MISTO - NÛÇEGIHAN - KOBANÊ
Li Qamişlo, Hesekê, Çilaxa, Tirbesiyê, Reqa û kampa Koçberên Serêkaniyê, ji ber barana dijwar, av derbasî malan bû û zerarek mezin li sektora çandiniyê hat