NÛÇE
Meclîsa Sûriya Demokratîk MSD'ê îro 4′emîn Kongreya xwe bi beşdarbûna 400 delegeyan dest pê kir.
Jinên Kantona Hesekê jî destnîşan kirin ku di dema amadekirina hevpeymana civakî de, nêrînên beşeke mezin a jinan hat girtin.
Her wiha Jinan gotin, hevpeyman tekeziyê li ser wekheviya di navbera herdu zayendan dike.
Şêxê Eşîra Benî Seîd Fehid Şilaş erêkirina hevpeymana civakî ya nû pîroz kir û diyar kir ku hevpeymana civakî ya nû dê sûdê li tevahî gelên Sûriyê bike û rê li ber çareserkirina krîzê veke.
Tevgerên Çandê yên li Kantona Qamişlo îro têkildarî nîqaşên li dijî Şêx Seîd daxuyaniyek parve kirin û diyar kirin ku faşîzim dê nikaribe têkoşîna neteweyî û baweriyê li Kurdistanê têk bibe.
Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê îro bi daxwaza şkandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, meşek li Minbicê li dar xistin.
Li herêmê Çalakiyên ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî dewam dikin.
Seroka desteya Jin a Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Paşo behsa Rola jinan di Hevpemana Civakî de dike û dibêje di Hevpeymana Civakî de mafê tevahî jinan tê parastin.
Desteya Tenduristiyê ya Kantona Firatê civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd Ebas Mehmo bi merasîmekê li goristana şehîd Delîl Saroxan oxirkirin.
Oldarên kantona Reqayê pêşwaziyê li Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser dikin û diyar dikin ku Hevpeyman di berjewendiya gelê herêmê de hatiye sazkirin.
Her wiha didin zanîn ku ew ê ji bo mayîndekirina pergala bihevre jiyanê, xebatên xwe berfirehtir bikin.
LI AMÛDÊ ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ DEST PÊ KIR
EHMED UMER - NÛÇEGIHAN - AMÛDÊ
Komîteya Çand û Hunerê li Hesekê pêşangeheke hunerî vekir ku têde 110 tabloyên hunerî yên 35 şêwekarên bajêr hatin pêşandan, vekir.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê der barê neteweya demokratîk û pratîkên wê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de panelek li dar xist.
Rêveber û Siyasetmedarên herêmê dibêjin ku tevî îmezekirina biriyara agirbestê di sala 2016'an de, jî Tirkiyê li gorî wê tevnagere û binpêkirin û êrîşên xwe zêdekirin.
Koçberên Efrînî yên Li Kampa serdem dimînin diyar kirin ku ji ber dorpêç û tunebûna madeyên sereke yên jiyanê ew rastî gelek zehmetiyan tên .
DI HEVPEYMANA CIVAKÎ DE MAFÊN CIVAKA ÊZIDÎ HATINE PARASTIN
CIVAKA ÊZIDÎ PÊŞWAZIYEKE ÇAWA LI HEVPEYMANA CIVAKÎ DIKE?
LEYLA ÎBRAHÎM - HEVSEROKA MALA ÊZIDIYAN A HERÊMA CIZÎRÊ
Hevpeymana Civakî çi mafan dide Civaka Êzidî? Bi rêya vê grafîkê nas bikin...
Di bin dirûşmeya " Li dijî Koletiyê, Eşqa Jiyana Azad e" Kombûna Jinan a Zenûbya Komxebatek li Tebqayê li dar xist.
Encumena Kantona Kobanê îro civîna xwe ya sala 2023'an li Kobanê li dar xist.
Dayikeke Efrînî ku bi darê zorê ji Efrînê hatiye koçberkirin û li Şehba dijî, behsa jiyana hevbeş a di nava Efrînê de beriya dagirkeriyê dike û dibêje dijmin çi bike her dem biryara wan berxwedane û ew dest ji xaka xwe bernadin.