NÛÇE
Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriyê ên li dijî herêmê şermezar kir û bang li gelê herêmê kir ku li hemberî şerê qirkirinê pergala parastinê xurt bikin.
Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li Efrîna dagirkirî, Cîgira Seroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser Rûken Mele Îbrahîm diyar kir ku, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan dermirovî ne.
Endamên Kongra Star ên Efrînê ku li Kantona Şehbayê dimînin bertek nîşanî sûcên dewleta Tirk a dagirker a li dijî jinan dan.
Beriya 12 salan weke îro, Fermandar Xebat Dêrik li bajarê Qamişlo, di encama êrişeke bêbext a hevkarên dewleta Tirk de şehîd bû.
Berdevka Rêxistina Sara ya Efrîn û Şehbayê Zeyneb Xelîl diyar kir ku wan di sala 2024'an de dosyek têkildarî kuştina jinekê her wiha revandina zarok û jinan belge kirine.
Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM'ê ya Kantona Cizîrê, civîna xwe ya salane lidarxist.
Şîrovekarê Siyasî Muslim Ehmed ji Rojava TV re behsa armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li hemberî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên Efrîna dagirkirî pêk tîne, meşiyan.
Têkildarî sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinên li Efrîna dagirkirî, Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm diyar kir ku, sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinên li Efrînê derqanûnî ne û bi armanca şikandina vîna jinan e.
Welatiyên bajarê Qamişlo derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de diyar kirin ku, ew daxwaza mafê xwe dikin û tu carî serî ji dagirkeran re netewînin.
Xelkên navçeya Tirbespiyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji Rojava TV re tekez kirin ku, ew ê li hemberî êrîşan axa xwe biparêzin û planên dagirkeran vala derxînin.
Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gelê Kurd de Ji rêveberên buroya têkiliyan a partiya Sûriya Pêşerojê Umer El Ziyab diyar kir ku Tirkiyê bi rêya êrîşên xwe hewil dide serdema Osmanî vejîne.
Di van demên dawî de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê qezayên trafîkî heta radeyekê zêde bûne.
MIHEMED EBDÛ - BERDEVKÊ RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎNÊ
SÛCÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ ZÊDE DIBIN
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ CEZAYA DARVEKIRINÊ LI 2 JINAN BIRÎN
Komîteya Karûbarên Jîngehê ya Kantona Reqayê "labratoreke jîngehê" li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.
Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê perwerdeyeke vekirî ji jinên li hemû navçeyên katonê li dar xist.
Ji bo parastina hunera Qenewîçê, komek ji jinên Efrîn û Cizîrê di 3'ê Kanûna sala derbasbûyî de dest bi vekirina projeya Qenewîçê kirin .
Siyasetmedarên Kantona Reqayê têkildarî erêkirina Hevpeyamana Civakî ya nû nirxandin kirin û gotin Hevpeyamana nû ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke erênî ye û mafê tevahî pêkhatyan diparêze.
Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya 3ˊyan li hola Mişwar a bajêr li dar xist û tê de mecliseke nû ji 33 endam û serokekî hate hilbijartin.
Ciwanê bi navê Basil El Şêx li bajarê Qamişlo projeyeke cuda birêve dibe û li her kolanekê bêhneke cuda belav dike.