NÛÇE
Hevseroka nivîsgeha parastinê ya kantona Firatê Reîfa Cebel bi boneya 8ê adarê cejna jinan a Cîhanî ji Rojava TV re axivî û behsa girîngiya pergala xweparastinê ya ji bo jinan kir.
Her wiha da zanîn ku, bi nêzhatina 8 adarê re dijmin jinan hedef digire û dixwaze vîna wan ji holê rake.
Bi armanca piştgiriya proseya xwandinê, Desteya Perwerdê ya kantona Reqayê dibistaneke nimûneyî bi navê şehîd Şervîn Reqa, vekir.
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya girêdayî Meclîsa Kesk a Idlibê bi boneya nêzîkbûna roja jinên kedkar a cîhanê peyamek ji jinên Siwêydayê re şandin û berxwedana wan pîroz kirin.
Bi boneya 8ê adarê, tevger û rêxistinên jinan ên kantona Firatê, gul li ser endamên jin ên hêzên ewlekariya hundirîn belav kirin .
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, Tevgera Nûjen a Kurdistanî li bajarê Hesekê dayîk û malbetên şehîdan xelat kirin.
MECLISA RÊVEBER A KANTONA FIRATÊ JI BO LÊKOLÎNKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ KOMÎTEYEK AVA KIR
EHMED ELÎ - ENDEZYARÊ PÎTROKÎMYA DI DESTEYA JÎNGEHÊ DE - KOBANÊ
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, Weqfa Jina Azad îro pêşangeha xwe ya 7'mîn a hunerên destan li bajarê Qamişlo li dar xist.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanê de, Encumena Jin a kantona Cizîrê li Qamişlo Semînerek da.
Endam û Rêveberên Kongra Star ên bajarê Kobanê bi boneya roja 8’ê adarê Roja Jinên Kedkar Ên Cîhanê tax û kolanên bajêr xemilandin.
Kongra Star û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ên Helebê derbarê 8'ê adarê de şevbuhêrkeke folklorî li dar xistin.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Kantona Reqayê bi boneya 8ê Adarê mûm li ser gorên şehîdan pêxistin.
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê adarê de, maçeke basketbolê li dar xist.
Meclisa Jin di Kongra Îslama Demokratîk de ya bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyekê bang li jinan kir ku têkoşîna xwe cîhanî bikin û vê salê bikin sala hilweşandina zihniyeta mêrêserdest.
Jinên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê dimînin anîn ziman ku, Roja 8'ê adarê roja bilindkirina dengê jin û têkoşna jinan e, her wiha banga hevsengiya di navbera jin û mêr de ye.
Endama Navenda Lêkolînên Jinolojî ya Kantona Efrîn û Şehbayê Şêrîn Hesen, 8'ê Adarê li jinên tekoşer pîroz kir û got, 8'ê adarê bûye îlhama bi bexwedan û tekoşîneke mezin.
Desteya Çandinî û Avdanê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastin û geşepêdana proseya sewaldariyê, biryarek derxist û tê de girtina masiyan li gol û bendên avê yên navxweyî heya sê mehan qedexe kir.
Komeleya Hevdestî a Qurbaniyan bi hevkariya Navenda Aso ya Lêkolînên Stratejîk konferansa Dengê civakên Herêmî li bajarê Hesekê li dar xist.
Bi dirûşma "Jin Jiyan Azade" îro Zanîngeha Rojava bi boneya 8’ê Adarê li zanîngeha Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ahengek li dar xist.
Kongra Star a Kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya 8'ê Adarê tax û kolanên navçeya Ehdas xemilandin.
Kongra Star îro bi armanca ragihandina bernameya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşeke girseyî li bajarê Qamişlo li dar xist.