NÛÇE
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya bi daxuyaniyekê ragihand ku, ew ê bi namzetên xwe tevlî hilbijartinên şaredariyan ên 30'ê gulanê bibin.
QSD: 40 KES BI GUMANA ENDAMÊN DAIŞ'Ê HATIN GIRTIN
SIYAMEND ELÎ- BERPIRSÊ NAVENDA RAGIHANDINA YPG'Ê
Nexweşxaneya Kesra ya Dêrazorê ku bi sponseriya desteya tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser hatiye avakirin, bi awayekî rojane pêşwaziyê li sedan nexweşan dike û bûye navenda yekemîn a dermankirina nexweşan.
jinên Amûdê bertek nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk dan û gotin armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e .
Amadekariyên lidarxistina hilbijartinên şaredariyan bi awayekî rêkûpêk ji aliyê komîte û dezgehên peywendîdar ve tên kirin.
Bi boneya salvegera rojnamegeriya Kurdî, rojnamevanên bajarê Kobanê ji Rojava TV re axivîn û gotin, weşandina rojnameya Kurdistanê destkeftiyeke dîrokî bû.
Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê cenazeyên şehîd Cûdî Reşo û Cûdî Gaber ên di çalakiya Basilê de şehîd bûbûn, pêşwazî kirin.
Foruma Eqlam Ruqeya li Navenda Çandê ya bajarê Reqayê çalakiyeke çandî ji bo geşkirina behreyên ciwanan li dar xist.
Rojnamevanên bajarê Qamişlo bi boneya salvegera 126'emîn a Rojnamegeriya kurdî ji Rojava TV re axivîn û gotin, ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye û em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin, bidin dengê rastiyê.
RÛKEN CEMAL- BERDEVKA RAGIHANDINA YPJ'Ê
QSD Û YPJ'Ê LI DIJÎ ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN DAIŞ'Ê LI HESEKÊ DEST BI OPERASYONEKÊ KIRIN
Yekitiya Jinên Ciwan li Reqayê di bin dirûşmeya Azadî wê bi ser bikeve, jin jiyan azadî, Mihrîcana Bûharê li dar xist .
Encumena Civaka Ermenî, bi boneya salvegera komkujiya Ermeniyan semînerek da .
Şêniyên Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya rêber Apo ya fîzîkî daketin qadan û soz bilindkirina asta têkoşînê dan .
Partiya Sûriya Pêşerojê bi konferanseke rojnamevaniyê ragihand ku dê tev li hilbijartinên şaredariyan bibe û amadebûna xwe ya lihevkirina bi partiyên cuda re piştrast kir.
22'ê nîsanê salvegera 126'an a roja rojnamegeriya Kurdî ye. Ji dîrokê ve û heya niha jinên Kurd pêşengiyê ji xebatên ragihandina Kurdî re dikin.
Duh di demjimêrên sibehê de careke din dewleta Tirk a dagirker stasyona Seîde ku rojane 10 hezar bermîl pertol berhem dianî, hedef girt.
Ji ber êrîşan stasyon ji xizmetê derketiye û wêraniyeke gelekî mezin pêk hatiye.
Hevkarên me çûn cihê êrîşê û raporeke taybet amade kirin.
Bi dirûşmeya "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin" Tevgera Ciwanên Şoreşger konferansek ji bo nîqaşkirina erka ciwanan ya ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber li Helebê li dar xist.
SERKEFT HISÊN - NÛÇEGIHAN - TIRBESPIYÊ
BALAFIRÊN TIRKIYÊ STASYONA SEÎDE YA TIRBESPIYÊ BOMBEBARAN KIRIN
Ji bo avakirina yekrêziya navmala kurdî û çareserkirina pirsgirêka kurd li Sûriyê, partiyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê insiyatîfa hevdîtinan bi partiyên siyasî yên li herêmê re didomînin.
Xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 19emîn salvegera damezrandina komalên jinên kurdistanê KJK şahiyên pîrozbahiyê yên girseyî li dar xistin.