NÛÇE
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo bîranîna şehîd Hakî Karer civînek li dar xist .
Xelkên Reqayê hêvî dikin ku bi hilbijartinên şaredariyê yên bê re rewşa xizmetguzariyê baştir bibe
Her wiha diyar dikin ku hilbijartinên şaredariyan ji bo bidestxistina guhertinên erênî yên ku xizmeta berjewendiyên civakê dike, derfeteke baş e .
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê Mazlûm Ebdî bi rêya zoomê tevlî konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê bû û got ew hêza xwe ya mezin di şoreşan de ji şehîdên xwe digirin.
her wiha Fermandar Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê her kes xwedî li şehîdên xwe derkevin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê qamişlo ji bo bîranîna şehîd heqî qerar civînek li dar xist .
Meclisa Edaleta Civakî bi hemahengiya Yekîtiya Parêzerên kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina biryara Tirkiyê ya derbarê girtiyên Doza Kobanê de, daxuyaniyek dan.
NERAZÎBÛNÊN LI HEMBER BIRYARÊN DOZA KOBANÊ ZÊDETIR DIBIN
RÊVEBERIYA XWESER ÇAWA LI BIRYARÊN DOZA KOBANÊ DINÊRE?
FERHAN HEC ÎSA - HEVSEROKÊ MECLISA CÎBICÎKAR A KANTONA FIRATÊ - KOBANÊ
Weqfa Jina Azad bi rêûresmeke taybet, navendeke xwe Li bajarê Helebê vekir.
Xwendekarên zanîngeha Rojava Festîvala Biharê ya 2’yemîn li dar xistin û tê de berhemên xwe pêşkêş dikin.
Hevserokê Kompanyaya Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Reqayê Ehmed El-Elî daxwaz ji cotkaran kir ku hay ji şewatên bi mebest û yên ne bi mebest ku dibin sedema kêmbûna aborî di çavkaniyên çandiniyê de, hebin.
bi armanca şkandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li şehbayê çalakiyek konvedanê hate destpêkirin.
xelkên kobanê, şehba û koçberên efrînî Ş.heqî qerar û şehîdên mehên nîsan û gulanê bi measîan bibîranîn.
Bi boneya Roja Şehîdan (18’ê Gulanê) û salvegera 47’an şehadeta yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Hakî Karer merasîmek hate lidarxistin.
gelê Kobanê li dijî biryar girtinê derheqê siyasetmedar û hiqûqnasên doza Kobanê daketin qadan û gotin ku doza girtiyan rûmeta wan e.
piştî xerabkirin û wêrankirina gelek nexweşxaneyan ji aliyê Daiş û Dewleta Tirk ve bi tabetî li li kantona Reqa, Tebqa, Dêra zor û Minbicê.
Rêveberiya Xweser jî li gorî karînên xwe wan nexweşxaneya çaksaz dike û jinûve dixe xizmeta gel.
derbarê doza kobanê û birîna cezayê 42 salan li ser siyastmedarê Kurd selahtîn demîrtaş û cezaya 32 salan li ser siyasetmedar FîgenYuksekdag ji aliyê dadgeha Faşîsta Tirk, rêveberiya xweser a kantona firatê daxuyaniyek da û diyar kir ku dadgehên dewleta tirk siyasî ne û dûrî pîvanên mirovahiyê ne.
MIHEMED EBDO- ENDAMÊ KOMÎSERIYA BILIND A HILBIJARTINAN
Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyekê de encamên duyemîn konferansa xwe ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de yekitiyê piştgiriya xwe ji girtiyên "doza Kobanê" re nîşan da û diyar kir ku civata navneteweyî, desteyên NY’yê û rêxistinên hiqûqî berpirsên binxistina demokrasiyê li Tirkiyê ne.
Çand nasname û hebûna civakan in. Bi rêya mîrateya çandê resenî û cewherê civakan derdikeve holê.
bi hatina mûsimê çandiniyê li herêmê cotkarênkantona Efrîn û Şehbayê çinîna berhemên xwecihî ji ber metirsiya êrîşên dagirkeriyê zû destpêkirin.
Cotkarên Efrînî gotin ku îsal demsala çinînê baş e, lê dewleta Tirk a dagirker rê nade ku ew zeviyên xwe biçînin