NÛÇE
Hevbendiya ''Gelan û Jinan ji bo azadiyê'' duh li bajarê Qamişlo bi şahiyekê dest bi propagandaya xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11'ê Hezîranê kir.
Di şahiyê de namzetên hevşaredariyê yên kantona Cizîrê hatin nasandin. Her wiha namzetan behsa proje û bernameyên xwe kirin.
Hevkarê me Serkeft Hisên Agahiyên zêdetir dide...
Nivîsgeha germkirinê ya girêdayî gerînendeya sotemeniya kantona Reqayê ji bo belavkirina mazota germkirinê, dest bi xebatên çêkirina belgeyan kiriye.
Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Tebqayê du pirtûkên ku tê de li gorî teoriya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêkên jinan di hemû qadên jiyana civakî, aborî, çandî û siyasî de analîz dike, derxistin.
Bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li Helebê çalakiya konvedanê hate destpêkirin.
Ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya rêber Apo ya fîzîkî insiyatîfa gel li Şehbayê meşek li dar xist.
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
parêzerên Kobanê cezayê qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re şermezar kirin û gotin, ev ceza li dijî pîvanên navdewletî ne .
Komcivîna 2'emîn a eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Di komcivînê de tekezî li ser parastina projeya Rêveberiya Xweser û piştevaniya QSD'ê hate kirin.
Li dibistanên Reqayê ezmûnên refên 9 û 12’an dest pê kirin .
Kamêreya Rojava Tv serdana parka jinan a bajarê Reqayê kir û beşdarbûna mezin a gel bo parkê şopand.
Li dibistanên Reqayê ezmûnên refên 9 û 12’an dest pê kirin .
yekîtiya parêzeran û Meclisa dada Civakî li bajarê Qanişlo têkildarî doza Kobanê panelek li dar xistin.
Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê 5'emîn Kongreya xwe bi beşdariya 250 delegeyan li dar xist.
CIVÎNA EŞÎRÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ LI HESEKÊ HAT LIDARXISTIN
SERKEFT HISÊN - NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Meclisa Malbatên şehîdan a Helebê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Panelek li dar xist .
Duyemîn civîna Yekîtiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê ku bi dirûşma "Ji bo Sûriyeyeke yekgirtî û nenavendî, diyalog, ewlekarî, avakirin" li Hesekê pêk hat, bi encamnameyekê bidawî bû.
Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman di Civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de axivî û got:'' dê rêveberiya xweser di demê pêş de di hemû waran de bixebite da ku herêmê ber bi pêşketinê ve bibe''.
Fermandarê Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD'ê Mezlûm Ebdî di Civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de tekez kir ku ew wekî QSD'ê li ser regezên xwe yên niştîmanî sûrî berdewam in.
CIVÎNA EŞÎR Û PÊKHATEYÊN SÛRIYÊ LI HESEKÊ BIRÊVE DIÇE
SERKEFT HISÊN - NÛÇEGIHAN - HESEKÊ
Meclîsa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi dirûşmeya ''Jîngeha me pêşîniya me ye'' bi armanca pêşxistina çanda paqijî û parastina hewirdorê, kampanyek paqijiyê destpêkir.