NÛÇE
Têkildarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclîsa Rêveber a Dêrazorê daxuyaniyak da û êrîş şermezar kirin.
Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê bi daxuyaniyekê, êrîş û binpêkirinên Tirkiyê ên li ser bajar û bajarokên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin
Xwendekarên beşa Mîkatronîkê ya Zanîngeha Rojava, bi derf etên xwe yên sînordar robotekî axêver amade kirin.
Endama Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Emne Xidro diyar kir ku armanc ji girandkirina tecrîdê û ferzkirina "cezayên displînê" li ser Rêber Abdullah Ocalan, ew e ku tezên Rêbertî yên ji bo guherîna sîstema cîhanê û çareserkirina pirisgirêk û qeyranan e.
Endamên Kongra Star a Şehbayê êrîşên dagirkeriyê red kirin û gotin,dewleta Tirk hevdemî lidarxistina hilbijartinan êrîşên xwe dijwartir kiriye .
Partiya Yekitiya Demoqrata Kurd li Sûriye Bi civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo de bernameya xwe ya hilbijartinê aşkera kir.
Zanîngeha bajarê Kobanê ji bo derçûna 250 xwendekaran, şahiyek li dar xist.
''Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê'' ji bo danasîna namzetên xwe û aşkerakirina bernameya xwe ya hilbijartinê bi xelkê Qamişloyê re civiya.
xelkê Qamişlo, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
Berpirsê navenda Kurdî ya lêkolînan Newaf Xelîl derbarê giringiya Hilbijartinên şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Rojava Tv re got:'' giringiya Hilbijartinan di êrîşên li dijî herêmê de dide xuyakirin''.
Newaf Xelîl da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî her destkeftiyê rêveberiya xweser e.
ji berzehmetiyên welatiyên gundê tişrînê di peydakirina avê de, welatî dilgiranên û daxwaz ji şaredariya gund dikin ku çareyekê ji wan re peyda bike.
Li hember êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêmê siyasetmedarên kantona Minbicê gotin ku Faşîsta AKP'ê û MHP'ê dixwazin îradeya gel bişikînin, lê wê gel piroseya hilbijartinên xwe bi rêve bibin.
NEWAF XELÎL- BERPIRSÊ NAVENDA KURDÎ YA LÊKOLÎNAN
HEVDEMÎ LIDARXISTINA HILBIJARTINAN DEWLETA TIRK ÊRÎŞÊN XWE DIJWARTIR KIRIYE
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmê, Xelkên Amûdê daketin qadan û banga rawestandina êrîşan kirin.
Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hevdemî lidarxistina hilbijartinan şermezar kir.
ŞÊNIYÊN QAMIŞLO LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER DADIKEVIN QADAN
SERKEFT HISÊN- NÛÇEGIHAN- QAMIŞLO
Gel û saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cuda Êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk li dijî Herêmê şermezar kirin .
Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Kantona Reqayê Mişlib El-Tirkan Ji Rojava TV re got, dewleta Tirk a dagirker bi riya êrîşên xwe dixwaze projeya demokratîk ya rêveberiya Xweser lawaz bike.
encumena cîbicîkar a kantona reqa êrîşên dagirkeriya tirk li dijî herêmê şermezar kir û banga destwerdana rawestandina êrîşan li aliyên peywendîdar kir.
Namzetên Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê civînên xwe yên bi gel re didomîne û doh li gundê hîmo bi gel re civiyan..
Di civînan de namzeta hevbendiyê ya hevseroketiya şaredariya bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer armancên hevbendiyê, projeyên wê piştî hilbijartinan û girîngiya hilbijartinan şîrove kirin.