NÛÇE
Saziya Gaziyên Şer û Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantona Firatê bi daxuyaniyekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kirin .
Koordînasyona Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo nîqaşkirina destkeftiyên jinan, civînek li Hesekê li dar xist.
Klûba hespan ya werzîşê li Dêrazorê ji bo wergirtina ruxsetê serî li yekîtiya Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.
Şandeke rêveberiya Sivîl a Dêrazorê sersaxî da malbata Hemûd El Hemdan ku li ser destê nijadperestên Tirk hatibû qetilkirin.
Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê bi diruşma 'Huner a hemûyan e' pêşangeheke şêwekariyê li dar xist.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Reqayê Civîna salê ya jinê li dar xist.
Koordînasyona Jin a kantona Firatê civîna xwe ya nîvê salê li dar xist û tê de xebatên xwe gotûbêj kir.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, ji bo kêmkirina tundiyê û hişyarkirina civakê berdewam di nava xebatê de ye.
endamê Înîsiyatîfa Sûriyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mişlib El-Turkan tecrîda girankirî ya li dijî rêber Apo şermezar kir .
El Turkan destnîşan kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê tevahî pîvanan bin pê dike.
Rêxistinên civaka demokrat li dêrazorê komxebatek ji bo nîqaşkirina rola rêxistin û yekîtiyên civakî û çalakkirina wan lidarxist.
Desteya çandinî û avdanê ya dêrazorê bi hevrêziya li gel rêveberiya sotemeniyê dest bi belavkirina mazotê li ser cotkaran kiriye her wiha xetên ava xabûr jî çaksazdikin da ku avê bighîne bajarê hesekê.
Gundê Jin war yekemîn warê jinê ye ku bi destê jinên Bakur û Rojhilatê Sûryê hatiye avakirin.
jinên ku li gundê jinwar dijîn û bi rêve dibin ji Rojava Tv re behsa armanc û giringiya avakirina jinwar kirin.
Gulnaz Îbrahîm ya xwedî pêdiviyên taybet, di jiyana xwe de li hember astengiyan serî netewandiye û ji bo pêkanîna armancên xwe her têkoşiya ye.
Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Reqayê ku Desteya Çand û Şûnwaran bi hevkariya Rêxistinên Civaka Demokratîk li Reqayê li dar xistibû bi dawî bû.
Ji bo têgihîştina pirsgirêkên ax û avê, yekemîn taqîgehên ax û avê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo hate kirin.
Ji bo têgihîştina pirsgirêkên ax û avê, yekemîn taqîgehên ax û avê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo hate kirin.
koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê, merasîmên xiyabî ji bo şehîd "Şerzan Gabar" ê ku li Çiyayên Azadiyê şehîd bûye, li dar xistin.
Meclisa Civaka Ermenî bi Diruşma Têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi hemû pêkhate, ol û baweriyan re, Panelek lidarxist .
Şaredariya Gel a kantona Cizîrê, nirxê ampêrên kehrebê û jeneratoran li gorî saetên xebatê diyar kir. Her wiha bal kişand ser binpêkirina vê biryarê û cezayên pê ve girêdayî.