NÛÇE
Di çarçoveya cîbicîkirina xalên Hevpeymana Civakî de, Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê civîna xwe ya yekem ji bo avakirina Meclisa Jîngehê li dar xist.
Piraniya penaberên ku ji ber şerê Lubanê derbasî kantona Cizîrê dibin, berê xwe didin kampa Serêkaniyê.
Rêveberiya Kampê diyar dike, derfetên wan sînordar in û rêxistinên navdewletî jî ti alîkariyan pêşkêş nakin, lewre wan beşek ji penaberan veguhestine kampa Newrozê.
Hevrê û malbata rojnamevan û nûçegihana ANHAʹyê Dilîşan Îbiş ew di salvegera şehadeta wê ya 4ʹan de bi bîr anîn û diyar kir ku ew li ser şopa şehîdan in.
Yekîtiya ragihandina azad bi merasîmekê rojnamevanên ku di encama êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bûne, bi bîr anî.
Festîvala 3ʹyemîn a Şanoyê ya ''Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê'' ya li Kobanê hatibû lidarxistin bi xelatkirina komîteya amadekar û komên beşdar bi dawî bû.
Festîvala 5'emîn a Şehîd Bawer Agir a Ciwanan bi diruşma ''bi rihê ciwanan em ê di cenga azadiyê de bi ser bikevin'' li bajarê Kobanê dest pê kir.
di bin dirûşmeya “Bi Zanist û Zanînê, Pêşerojeke bi Ronî Ava Dibe” Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê bo derçûna xwendekarên Peymangeha Amadekarkirina Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist..
Desteya Tenduristiyê ya kantona Minbicê li Nexweşxaneya Minbic ya nû yekem beşa parçekirina kevirên gurçikan vekir û dê çend beşên din jî werin vekirin.
rêveberên jin yên kantona Minbicê derbarên êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî herêmê û hedefgirtina zarok, jin û kesên bi temen diyar kirin ku dagirkeriya Tirk armnac dike ku pêkhateyên herêmê koçber bike..
koçberên efrînî êrîşên li ser kantona efrîn û şehbayê şermezarkirin û banga bi dawîkirina êrîşan kirin.
5 SAL DI SER ŞEHADETA HEVRÎN XELEF RE DERBAS BÛN
ŞEHÎD HEVRÎN XELEF BÛ ÎKONEYA AŞTÎ Û AZADIYÊ
KEWSER DOKO- HEVSEROKA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ
Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Reqayê bi hevkariya Navenda Zatê ya Navdewletî ya Perwerde û Şêwirmendiya Derûnî, semînerek li ser Tenduristiya derûnî û bandora wê ya li ser hevgirtina civakê li dar xist.
Meclîsa Olî ya kantona Firatê derbarê komploya 9'ê cotmehê ya li dijî Rêber APO de semînerek li dar xist.
Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera şehadeta Şehîd Hevrîn Xelef, îro festîvalek li kantona Tebqayê li dar xist.
Desteya Jîngehê ya kantona Firatê bi hemahengiya navenda Baqî Xido ya çand û Hunerê 150 darên cur be cur li daristana Şehîd Koçero çand.
Di çarçoveya xebatên ji bo pêşwazîkirina penaberên ji ber şerê Lubnanê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dibin, Endamê Desteya Aborî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Cemîl Ehmed got, li gorî derfetên heyî ew alîkariyê ji penaberan re pêşkêş dikin.
Çalakiyên 3'emîn Festîvala Şehîd Arîn"Bisk û Zulfên Aştiyê"ye dê îroj bi xelartkirina komên beşdar bidawî bibe.
desteya çand û huner û Yekîtiya rewşenbîrên kantona cizîrê ji bo salvegera 5'emîn a destpêkirina êrîşên li ser serêkaniyê û girê spî li qamişlo çalakiyeke bîranînê li darxist.
şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şehîdên ku di topbaran dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û şervanekî HRE'yê oxir kirin.
Rêxistina stêrk ya şopandin û parastina mafê zarokan êrîşên li dijî zarokan nexasim êrîşa dagirkeriya tirk a