NÛÇE
Roja 21'ê vê mehê Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke leşkerî Biryargeha Navendî ya Parastina Jinê vekir.
MEWSIMÊ ÇANDINYÊ LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DESTPÊKIR
Yekemîn forûma pirsgirêkên kêmneteweyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; bi sponseriya Komeleya Te'azor û bi hemahengiya rêxistinên sivîl ên li herêmê, li bajarê Qamişlo li dar ket.
Rêveberên saziyên jinan ên bajarê Qamişlo derbarê 25'ê mijdarê de anîn ziman ku, ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan ku sedema wê hişmendiya mêrê serdest e, divê jin asta zanebûna xwe bilind bike.
Ji destpêka şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de zêdetirî 20 hezar penaberên Sûrî berê xwe dane Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
berdevka şaneya krîzê Gulistan Elî ji Rojava TV re dibêje, wan penaber di nava 3 kampan de bi cih kirine.
Her wiha bang jî li rêxistinên navdewletî dike ku alîkariyê pêşkêşî penaberan bikin.
Desteya Jin a Kantona Reqayê îro bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan şahiyek ji zarokên Reqayê re li dar xist.
Meclîsa Jinên Sûriyê bi hemahengiya Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nêzhatina 25'ê mijdarê panelek diyalogê li dar xist.
bi sedan şêniyên Kantona Firatê îro bi armanca şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber APO daketin qadan.
Meş bi durişma " JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI PIRSGIRÊKA KURD RE ÇARESERÎ" û bi beşdarbûna bi sedan endamên Rêveberiya Xweser , saziyên sivîl, malbatên şehîdan û xwendekarên zanîngeha Kobanê li qada Jina Azad dest pê kir.
Her sal weke vê mehê, gelê Efrînê bi hesetke kêfxweş, berê xwe didan nav zeviyan û berhêmên xwe yên zeytûnê kom dikirin.
çalakiyên 2ˋyemîn Festîvala Wêjeyê ya bi diruşma "Wêje bi pênûsên Sûriyeyê" li reqa hatibû lidarxistin, di roja 3'emîn de bi dawî bûn.
Bi boneya 25'ê mijdarê û bi armanca xurtkirina rola jinên ciwan di tevahî qadên jiyanê de, desteya ciwan û werzîşê pêşbirkeke bisklêtan li kobanê li dar xist.
Bi boneya Roja cîhanî ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD komxebatek bi sernavê jin û tundiya siyasî li reqa li dar xist.
Nexweşxaneya şewat û telasîmiya ya girêdayî Heyva Sor a Kurd li bajarê qamişlo, zêdetirî 220 zarokî di pêşwazî dike û wan derman dike.
Rêvebera nexweşxaneya onkolojî, şewat û telasîmiya ya li bajarê qamişlo Hediya Abdullh, behsa giringiya avakirina nexwşxaniyê û bandora wê ya erînî li ser nexweşan kir û got ji bo peydakirina amûrên pêwîst , pêwîstiya nexweşxaniyê bi alîkariyê heye.
ندّدَ اتحادُ المحامين ومجلسُ العدالةِ الاجتماعية ومبادرةُ المحامين للدفاعِ عن القائدِ باستمرارِ العزلةِ المشدّدة والمفروضةِ على القائدِ عبدالله أوجلان, وناشدوا المجتمعَ الدولي في مقامِ المحكمةِ الأوروبية لحقوقِ الإنسان والمجلس الأوروبي من هيئاتِ الأممِ المتحدة ذاتِ الصلة ومنظمةُ مناهضةِ التعذيب الضغط َعلى الدولةِ التركية لمنحِ القائد حق الأمل ونيلهِ حريته ِالجسدية.
Navenda Yekpar di Roja Zarokan a Cîhanê de dest bi rêzeçalakiyên Festîvala Melodiyên Payizê ya 3'emîn kir.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê daketin qadan, pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kirin û bersiva silava Rêber APO dan.
Li bajarê Kobanê roja cîhanî ya zarokan ji aliyê ofîsa parastina zarokan ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku rê li pêşiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker bigre.
Meclisa Edaleta Civakî ya kantona Reqa û Yekîtiya Parêzerên Kantona Cizîrê bi du daxuyaniyên cuda pergala êşkenc û qirkirinê ya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kirin.
Şaredariya Gel a bajarê Hesekê ji bo peydakirina xizmetên paqijiyê ji şêniyan re, xebatên xwe yên dirêjkirina torên kanalîzasyonan dewam dike.
bi sedan mêrên kantona Efrîn-Şehbayê bi boneya 25ê mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, meşek li dar xist.